Salvegera yûbîla zêrîn a damezirandina Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê pîroz be

Nivîskar û Rojnamevan: Hozan Efrînî
Ez wek rojnamevanekî rojavaya Kurdistanê bi boneya 50 salîya damezrandina YNK ê germtirîn pîrozbayî pêşkêşî serok û serkirde û kadir û alîgirên YNK dikim û hêvîya serkevtin û serfiraziyê dixwazim
YNK partiyeke zindî ye û ji destpêka damezirandinê heta roja me ya îro di nava partiyê de her tim nerînên cuda hebûne û xwedî têgehên demokrasiyê bû ye.
YNK xwedî çemekî xwînê ye û bi hezaran şehîdan e û ew destpêşxerî û destpêka serhildana mezina kurd a ji bo azadkirina Kurdistanê bû û niha jî hêzeka bi bandor û bi hêz li herêma Kurdistanê ye
YNK wek navê xwe di warê kesayeta xwe de rol û bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistanê nîşan daye û ev jî cihê rêz û pêzanînê ye ku dikare rastiya rêça serokê Rewanşad Mam Celal nîşanî hemû aliyan bide ku fi wê wateyê de ku hertim Emê li ser rêbaza Mam Celal dirêjpêder bin.
Mînaka piştgîrîkirina Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê bi bê hember û avakirina pirên têkiliyên siyasî û dîplomasî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Amerîka û hevpeymanên wê yên li dijî DIŞIê pêngaveke dîrokî bû bo serkeftina berxwedana Kobanê û pişt re ji navbirina paytexta DAIŞê li Reqayê û parastina destkeftên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê tev li xwe girtiye.
Ev yek nîşan dide ku YNK dilsozê şehîdên pêşeng e ku ji rojavayê Kurdistanê bûn mîna Şehîd Xalid Xelîl Efrînî ku ji herêma Beswat a Efrînê bû û du şehîdên din ên pêşmerge (Ezîz Cergaz û Hisên Ehmed) ku ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bûn ku di nava refên YNK'ê de cih girtin behsa Kurd û Kurdan dikirin.
Ez careka din germtirîn pîrozbayîyê li we dikim û serê giyanê hemû şehîdên Kurdistanê, YNK û nemir Mam Celal şad dikim.
1-6-2025
Xelat