Semînerek ji bo projeya Komara Jiyandostî li Silêmaniyê

Bi serpereştiya Rojnameya Kurdistanî Nwê û Navenda Gelawêj û bi beşdariya stafa kovara Xelat a elektronî, duh roja sêşemê 5/11/2024 li bajarê Silêmaniyê semînerek hevbeş ji bo rojnamevan û sînemakarê Kurd (Hawar Mistefa Xan) hat organîze kirin.
Hawar Mistefa Xan, di wê semînerê de bal kişand ser projeya xwe ya bi navê (Komara Jiyandostî) ku li gor plana wî yek ji ecêbên cîhanê ya heştemîne ku ew plan dike li ser her çar girên pişta Silêmaniyê ava bike û wê bi hezaran geştyar li komarê bihewîne.
Bi gotina Hawar xan, eger ew proje were cîbicîkirin wê dahata wê gelekî mezin be ji bo Herêma Kurdistanê û Êraqê. Hawar Mistefa Xan behsa xewna avakirina Sulywoodê jî kir ku li gorî projeya wî peykerekî mezin yê sînemakarê Kurd yê navdar (Yîlmaz Gunayî) jî li ser yek ji wan giran bê avakirin ku ji holeke sînama ya mezin û pirtûkxane û çendîn avahiyên din pêk were.
Her yek li cîgirê sernivîserê kovara Xelat Dawûd Çîçek û endama stafa Xelatê rojnamevan Roşîn Serêkaniyê jî beşdariya semînerê bûn, ku Hawar Mistefa bi kêfxweşî pêşwazî kirin û pesna pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê jî da di warê çandî û hunerî û kulturî de.
XELAT