Li gorî encamên destpêkê wê 4 Kurd bikevin parlamena Almanyayê

Li gorî encamên destpêkê wê 4 Kurd bikevin parlamena Almanyayê

Di hilbijartinên Parlamentoya Almanyayê de 12 Kurdan xwe namzet kiribûn, li gorî encamên destpêkê, di hilbijartinên parlementoyê de 4 Kurd, ku 2 jê ji Partiya Çep, yek ji Keskan û yê din jî ji Partiya Sosyal Demokrat in, biser ketin.

 Hilbijartinên Almanyayê roja Yekşemê hatin kirin, ku têde zêdetirî 29 partiyên siyasî ji bo 630 kursiyên parlamentoyê hevrikiyê dikirin. Ji 84 milyon niştecihên Almanyayê zêdetirî 59 milyon kes mafê dengdanê hebûn.

 Hilbijêrên Almanyayê li ser 299 herêman hatin dabeşkirin,  li gorî yasaya Almanya her partiyek beşdariyê di hilbijartinan de bike pêdiviye herî kêm %5ê dengan bi dest bixe.

Li gorî encamên destpêkê, namzetên Kurd (Firat Koçak û Mîrza Adîs ji Partiya Çep, Qasim Tahir ji Koalîsyona Kesk û Serdar Yuksel ji Partiya Sosyal Demokrat) bi ser ketin.

 Partiya Keskan yek ji partiyên herî mezin bû ku beşdarî hilbijartinan bû, hêjmarek zêde kurd di nava refên wê partiyê de hene ku postên bilind jî hene. Wek mînak cîgirê serokê parlamentoya Nordrhein-Westfalen kurd e û namzedê şaredariya bajarê Kolnê ye. Hêj biryara derketina Kurdên din nehatiye dayîn.

 

XELAT/malpera kenala Gelî Kurdistan