Herdu Nivîskar û Rojnamevanên kurd serdana xelata kurmancan kirin
Ninîskar û siyasetmedarê kurd ê Rojavayê Kurdistanê (Elî Şemdîn) û bi hevrêtiya rojnamevan û nivîskar kak Dara Berekat serdana navenda Xelatê kirin û ji aliyê sernivîserê kovara Xelatê Hozan Efrînî û cîgirê wî Dawûd Çîçek ve hatin pêşwazî kirin.
Di wê hevdîtinê de behsa konferansa yekrêzî û yekhelwesta kurdî li Rojava hate gotûbêj kirin û bal hat kişandin ser giringiya wê konferansê ji bo doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Her weha giringiya beşdarbûna şandeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di konferansê de ku aliyekî piştevan û piştgîrê mafên gelê kurde li Rojavayê Kurdistanê.
Xelat
