Egîd Kabayel bokserê kurd bû şampiyonê cîhanê

Boksorê Kurd Egîd Kabayel li bajarê Riyadê paytexta Erebistanê Siûdî di kategoriya giran a WBC'ê de bû şampiyonê cîhanê.

Şampiyoniya Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) 22'ê Sibata 2025'an li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hate lidarxistin. Boksorê Kurd Egîd Kabayel yê 32 salî û şampiyonê dawî yê cîhanê yê beşa giran a WBC'ê Zhilei Zhang ê ji Çînê hatin pêşberî hev. Di tûra 6'emîn de Egîd Kabayel hevrikê xwe yê ji Çînê têk bir û bû şampiyonê cîhanê.

Egîd Kabayel li Almanyayê ji dayik bûye, ji malbateke ji navçeya Pazarciq a Mereşê ya bakûrê Kurdistanê ye.

XELAT