PENCEŞÊRA EVÎNÊ        

PENCEŞÊRA EVÎNÊ        

Helbest: Hinara Tajdin

PENCEŞÊRA EVÎNÊ        

Penceşêra evînê,

Mîna tora mircanê,

Ketîye ser sîng, berê min

Sotye dil û cergê min.

Jan û êşa birînê,

Te peydekir narînê,

Dizêrînî hestên min

Diçikînî bîna min.

Mîna tilya zerbûye,

Ça sor gulek vebûye,

Wextê jorda kubar tê

Ziravê min diqete.

Evîna har dûr û kûr.

Bûye çeper, bûye sûr,

Ew mînanî decala

Rima davê nav dila.

Hestê dilêm dihêre

Kîn, hêrsa xwe diqûre,

Pencê royê dikene

Dibe sebir, sekane.

Bûm aşiqê wî dilî

Dêmê wêye gul-gulî,

Nebî dikin lomana

Bo hekîmê Lokmana.

Ken hate ber devê min

Çerxda xwîna cergê min,

Yaram ça hat hêwirî

Ruh qalbda zivirî,

Hîva çarda nav şevê,

Kenê şirîn şer lêvê,

Derd û kul lê nereve

Cerg, dila girt qirave.

Ez zivirîm jîyanê,

Ketm tora evînê,

Kenîyam tevî narînê,

Nav hemêza gerdûnê.

Roya zerîn şewq veda

Min berê xwe da Xweda,

Rabûm çûme ez hecê

Ketme doay û recê.

Çûm ber dara miraza,

Bidime bê  mereza,

Daxwez, dîla wan bikim

Wê behrêda xwe morkim.

Vekim sîngê tey mermer,

Maçkim gerdena qemer,

Serî daynim ser mila

Guh bidim rîtma dila.

********************

EWLADÊN BISTANÊ DÊKÎNE

Zerdeştîme, goran, soran, zazame,

Êzdî, loran, gula berpala çîyame.

Kilama serbest herçar deverame,

Kanîya av sare zelal yekîtîyême.

Niqitke xwîna egît, şehîdame,

Sehîd Riza, Dewrêş, Mîrze Zazame.

Hêsira destana Memê, Zînême,

Tîpek pênûsa Ehmedê Xanîme.

Axîn û nalîna Sîyabed-Xecême,

Ez nifirçyê ewî gakûvîme.

Serhadî, Silêmanî, Dihokîme,

Dinîya derewînra hewar, gazîme.

Dil bi xwîn birîndarim, Şengalîme,

Bi hêzim berxwedana Kobanême.

Bûka rûbi xêlîya Efrînîme,

Çiqileke dareke zeytûnême.

Herro li benda rizgarkirinême,

Benda dîlan, govenda kurmancame.

Dengê Şero, Cizravî û Efome,

Benda hina destê bûk û zavême.

Benda dara miraza xemilîme,

Bûk û berbûka, siwuarê cirîdame.

Bîrnekin bira, em KURDİSTANÎNE,

Em ewladên ber bistanê dêkîne.

Me teva mêtîye ew şîrên tiberke,

Axa pîroz bo me temama heqe.

Bila dijmin neheqîya xwe me neke,

Destê qirêj ji qedera me veke.

Dayîk ber, pêsîra li ber me veke,

Şîn û girî îdî tû wextî neke.

Zîyan, zirarê dijminatî nedin me,

Nezêrînin, çev şil nekin daykên me.

Hovîtîya xwe ji qedera me berdin,

Em azabin ewan azar û derdan.

********

Xelat