Roya Bilal: Divê jin û keçên Kurd bi xwe bawer bikin

Keça Kurd Roya Bilal ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Silêmaniyê nîştecihe û karê xemilandina jinan dike. Roya Bilal bû mêvanê bernameya `Bi Roşînê Re` ya li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê xanim Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

Roya Bilal diyar kir ku ew nêzîkî 12 salaye li gel malbata xwe li bajarê Silêmaniyê dijîn. Dibêje Efrîn baş nayê bîra wê çimkî dema ji Efrînê derketin temenê wê gelekî biçûk bûye û jiyana xwe zêdetir li Silêmaniyê bûye. Her weha ew xelkê Silêmaniyê bi xelkê xwe dizane û xwe ji wan dibîne.

Roya dibêje wê pola amadeyî li bajarê Silêmaniyê temam kiriye û piştre jî xwesteka wê hebû di karê xemilandina keç û jinan kar bike hebû, niha jî karê ciwankariya neynûkan dike û debara jiyanê bo xwe û malbata xwe peyda dike.

Roya Bilal bi çend ziman diaxive bi Kurdî (zaravayê Kurmancî – Soranî) her weha Erebî û Ingilîzî û Tirkî jî dizane û ew yek vêre dibe alîkar di karê wê de ku xelkekî zêde yên biyanî jî serdana wê dikin ji bilî jinên Kurd.

Di axaftina xwe ya dawî de jî Roya Bilal da zanîn ku divê jin û keçên Kurd bi xwe bawer bikin û pişte xwe bi xwe xurt bikin û pêşkevin wê demê hemû deriyên pêşkeftinê jî jêre vedibin.

 

XELAT