Jivanê Kewê- Kirîza Xwendinê

Derbarê giringiya xwendinê di jiyana mirovan de nivîskarê kurd mamosta ( Reşad Bêcirmanî) diyar kir ku xwendin wek hemû pêdiviyên jiyanê yên dinê pêwîste ji bo mirovan û ji bo wergirtina zanîn û zanistiyê divê mirov pirtukan bixwîne.
Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin, li ser babetê (Kirîza Xwendinê) ye bi mêvandariya nivîskar (Reşad Bêcirmanî) ye.
Mamosta (Reşad Bêcirmanî) bal kiand ser wê yekê jî ku xwendina romanekê bi rêya pirtukê baştire ji dîtina heman romanî weke filim, jiber ku dema mirov bi xwe romanê dixwînî dîmenên romanê di mêjiyê mirov de weku xeyal tê avakirin û zêdetir mirov pêre jiyan dikî. Tekez li wê yekê jî dike ku, xeyal bingeha pêşkeftina mirovahiyê ye ku hemû fikir bi xeyalê destpê dike.
Mamosta Reşad Bêcirmanî behsa wê yekê jî kir ku cudahiya zaravayan li Kurdistanê bandorê li ser belavbûna pirtûkê û xwendina wê ji aliyê hemû gelê Kurd ve dike ku hindek bi tîpên erebî û hin jî bi tîpên latînî dixwînin, nexasim ya Badînî tenê li devera Badîna tê xwendinê, lê tevî wê yekê jî nivîskarên Kurd baştirîn pirtûk nivîsînê ji welatên cîranên Kurdistanê.
Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….
XELAT