Rojnamevana Kurd (Newroz Reşo) xelateke girîng ya Amerîkayê wergirt

Rojnamevana Kurd (Newroz Reşo) xelateke girîng ya Amerîkayê wergirt

Rojnamevana Kurd a Efrînî (Newroz Reşo) ku nûçegîhana radyoya dengê Amerîkayêye li herêma Şehbayê, xelateke girîng ya rojnamegeriyê ya Amerîkayê bi dest xist.

(Newroz Reşo) rojnamevaneke ku xelkê herêma Efrînê ye û li der bi deriyê dijî, bi riya radyoya Dengê Amerîkayê, êşa koçberên Efrînê û zehmetiyên jiyana wan û rewşa der bi deriyê digihand cîhanê, ji alîyê Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM) ve hêjayî ‘Xelata David Burke ya Rojnamevanîya Bijarte’ hate dîtin. 

Di vê barê de, şirovekarê siyasî û ragihankarê kurd li radyoya Dengê Amerîkayê (Robîn Reşvan) bi riya Sekoya Kurmancî û malpera Xelatê daxuyaniyek da û got; "Ew xelat, xelateke salaneye (USAGM) jî saziya medyaya cîhanî ya hikûmeta Amerîkayê ku ji hijmarek peşan pêk tê wek, Dengê Amerîka ya herî mezine xêncî wê jî kanala Alhura, Radyoya Asya Azad,  Radyoya Ewropa ya Azad, her weha Radyoya Ofîsa Kuba, Ew hemî dibin saziya (USAGM) dene, Amerîka her sal xelat dide rojnamevanên pijarte. Rojnamevanên bi şert û mercin dijwar û giran dixebitin û karên berbiçav hêja dikin ji bo wan kesane xelateke wiha dide. îsal jî li ser navê hemî saziya (VOA) saziyên dengê Amerîka nûçegîhane me ye Efrîn û Rojava (Newroz Reşo) hêja hate dîtin."

Robîn Reşo da zanîn û got jî; "Bê goman ev ji bo dengê Amerîka serbilindiyeke mezine ji vê jî giringtir jî bo beşa Kurdî ya dengê Amerîka serkeftineke mezine ji ber ku ji nava 52 zimanên ku dengê Amerîka weşanê dike de, beşa kurdî tê xelat kirin. Nûçegîhana beşa Kurdî hêjayê xelate tê dîtin û ji hemiyan jî giringtir (Newroz Reşo) wek rojnamevaneka Kurd rojnamevanek jin rojnamevanek derbider gelek heq dike xelatekî wiha ji ber ku li walatekî wekî Sûriyê ku buye qada şer rojnamevaniyek wiha bandor dikî çîroka gel tîne ser ziman, êşa wan hêviyên wan têkoşîna wan şikestina wan serfraziy wan jiyana wan dişopînî û radigihîne cîhanê, ev karekî mezine hêjaye loma jî ji bo Newroz Reşo jî gelek giringe ku ewqas zehmetî û dijwariyên ku ew rûbirû dibe karê ku dike niha êdî bi ve xelatê tê piştrast kirin ji bo wê jî qonaxekî gelekî giringe ku weşangera herî mezin ya navnetewî ya cîhanê ya (USAGM) hem jî wisa li ser navê dengê Amerîka xelatê dide wê her wiha ji bo Efrîn (çiyayê Kurmênc) xelatekî pir mezine ji ber ku Newroz nûçegîhane dengê Amerîka ya Efrînê ye û niha jî li Şehbayêye û bi hezarin kurdên me yen Efrînî ji axa bav û kalan dor nav der bi deriyê ye, Newroz jî wek çavê wan wek dengê wan wek em bêjin hêviyên wan tê xelat kirin ew xelat her wiha ji bo Efrînêye jî ji bo arama Çiyayê Kurmênce jî ji ber vê yekê ez bi xwe jî pir şabûme."

Bal kişand ser wê yekê jî û got; "Newroz Reşo, ev 7 salin em bi hevre dixebitin ez bi xwe jî gelek bextewer û serfrazim ku hevkara me keseke ku salane bi hevre dixebitin ku xelatek wiha distîne ez jî pir şabûme. Bi riya we wek Sekoya Kurmancî û malpera Xelatê ez pîrozbahiyê li Newroz û li beşa kurdî dikim hêvî dikim ku ew xelat bibe destpêke xelatên ku Newroz  bistîne ne ya dawî be."

Di dawiya axaftina xwe de Robîn Reşvan got; " Ez hêvî dikim ew xelat bibe destpêkek ku (Newroz) xelatên zêdetir werbigre, hêviya min jî ewe di siberojê ji Newroz Reşo xelatên wiha girîng bistîne çikû rojnamevanek delale rojnamevanek obcektîve êşa gel hêviya gel baş dibîne nav civakê de dimîne dizane civak çi dijî ew jî ji bo Rojnamevanekî serfiraz Rojnamevaneke jêhatî gelek giringin. carek din ji bo beşa Kurdî dengê Amerîka ji bo Efrînê (çiyayê Kurmênc) û bi teybet ji bo Newroz Reşo pîroz dikim."

Ji aliyê xwe ve jî wergêra xelatê rojnamevan (Newroz Reşo bi riya malpera Xelatê peyamek da û weha got;

"Dem baş ji bo hemu şopînerin malpara Xelat, bi rastî wergertina min ji xelata (David Burke) ya Rojnamevanîya Bijarte ji aliyê  ajansa Amerîkî ya medyaya cîhanî ve tê dayîn xwedî gelek wate û giringiye ji bo min û ji bo Efrînê. ji bo min weke  Rojnamevaneka Efrînî ku bi riya dengê Amerîka beşê kurmancî min ronîkirin li ser rewşa bajarê xwe xelkên xwe xwezaya wê şûnwarên wê kir, helbet tevî tarîkirina ku têkirin tevî noxmandina rastiyan tevî hemo hawildanin nizimkirina dengên xelkên me yê Efrînî ku çi dikşînin çi li hindir Efrînê ji ber zordariya dagirkirinê û kirinin dermirovî û giropên çekdarên ser Tirkiyê ve li herêmê rojana dikin,  wêrektî û çavkaniya wêrektiya min ku ez berdewam bikim di vê karê ku kelemin li beramberî wê gelekin bi teybet xwe gîhandina agahiyan ku li hundir Efrînê dibe sedema ku dema kesek agahiyekê belav dike dibe ku metirsiya dayrikt li ser jiyana wê jî û nexasim li ser jiyana min jî tevî vê me xwest ku bi vê vîna dayik û jin û hemû kesên Efrînî ku bûn pişt ji bo min bûn çavkaniya rastiyê ku ez raghînim me karîbo bi riya dengê Amerîka dengê wan ê nizim bilind bikin. Rastiyên ku li ser erdê diqewimin raghînin û helbet bighînin hemû cîhanê û her maleke Kurdî ji ber ku pîvanekê minî rojnamevanî heye min çiqasî karî bûya weke rojnamevaneke kurd bihêlin doza Efrîn derbasî her maleke  Kurdî ji bibe."

Newroz Reşo diyar kir ku; "Her maleke Kurdî ku pê bihese li Efrînê çi tên jiyankirin ev hemû ji bo min xwedî wete û giringîne ku hêrêmên weke Efrînê tevî ku di cîhanê dozên mezin tên jiyankirin lê min nehişt bi riya dengê Amerîka û bi riya karên me yên  berdewam di ser siya bûyer û dozin din ên cîhanî de bimîne ew jî dozeke mirovahiye ew jî herêmeke ku tiştên lê diqewimin pir tiştên mezinin pir tiştên ne asayine  pir tiştin der mirovîne û pêwistî heye ku bighên cîhanê û bibin çavkanî jî ji aliyên navnetewî ku rewşa Efrînê dişopînin û binpêkirin li wir bibînin. helbet ev hemû berpirsyarî bûn, helbet ev hemû zehmetî jî li beramberî wê hebûn lê tevî wê yekî ev tişt nebûn kelem ez pirtir fikirîm ku bibim bersiva tiştê wek Rojnamevan ji min te xwestin û ev yek helbet bi riya dengê Amerîka û bi zimanê Kurdî dihat kirin. loma jî çiqasî bêjim giringiya vê xelatê ya di vê kêliyê de heye giringiya wê ji bo demên pêş pirtire ku berpirsyariya min li hemer hemû mirovan hemû kurdan pirtir dibin weke rojnamevan, ku ji ber min rastî hilbijartin û raghandina rastiyan hilbijartiye di jiyanê xwe de  weke rêkek dibe ez berdewam bim dibe ku ez tê de berpirsyarî û hestyarî jî nîzîk bibim."

Di dawiya peyama xwe de Newroz Reşo spasiya malpera Xelatê kir û got; "Spas dikim ji bo ku ew ev pirs ji min kirin û careke din jî vê xelatkirina min diyarî dar, jin û zarokên Efrînê dikim, diyarî her kesên ku min nikarîbûye hîn jî çîrokên wan ragihînim. Bi hêviya ku em weke rojnamevan ku têkiliya wan dayrekt bi mirovan re ye bikaribin her tim bi erk û peywera gîhandina rastiyan rabin."

Amadekirin/ Roşîn Serêkanî

 XELAT