Serokê YNK: Parastin û pêşxistina zimanê dayikê berpirsyartiyek hevpare

Serokê YNK: Parastin û pêşxistina zimanê dayikê berpirsyartiyek hevpare

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Bafil Celal Talabanî bi boneya 21ê sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê peyamek weşand û got: Parastin û pêşxistina zimanê dayikê berpirsyartiyek hevpare ya hemû civakê ye.

Eve jî naveroka peyamê ye:

"Di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de, ez pîrozbahiyek germ arasteyî gelê Kurdistanê û hemû mirovên dilsoz ên welatê me dikim ku ji bo parastina zimanê me têkoşiyane.

Cihê şanaziyê ye ku zimanê şîrîn ê Kurdî, zimanê me ye û sembola nasnameya me ya neteweyî ye. Erkê me ye ku em vê dewlemendiya hêja ya ku bav û kalên me ji me re hiştine biparêzin.

Di vê rojê de, em tekezî li ser wê yekê dikin ku parastin û pêşxistina zimanê dayikê berpirsyartiyek hevpar a hemû tak û pêkhatên civakê ye û em soz didin kar ji bo ku xurtkirina zimanê Kurdî di hemû waran de bikin.

Bafil Celal Talabanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê"

Xelat