ROJAVA- Rêkeftina Kurd û Şamê

Endamê Nûnereyetiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê Fethula Huseynî, roja yekşemê 01/02/2026 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Rêkeftina di navbera Kurd û û hikûmeta Şamê de hate gotûbêj kirin û di wê derbarê de Fethula Huseynî tekez kir ku ew rêkeftina di navbera Kurdên Rojava û Şamê gelekî giringe.

Fethula Huseynî diyar jî kir ku kurdên rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye û îro hemû kurd li hemû cîhanê xwedî lihev derdikeve û kurd neteweyekî mezin û bi rabûna kurdan li her derê bandoreke xwe gelekî mezin li ser encamdana vê rêkeftinê bûye.

Huseynî da zanîn ku ev rêkeftin nexşeya Rojavayê Kurdistanê hate danîn û defaktoyek hate nasîn.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 19:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

Xelat