Hunermendekî Kurd li Almanya muzîka Kurdî nûjen dike

Hunermendekî Kurd li Almanya muzîka Kurdî nûjen dike

Hunermend (Hêmin Derya) li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û bi salane li Almanya mijûlî nûkirina awaz û mûzîka kurdî ye û yek ji berhemên wî li Almanya xelat wergirtiye.

Hêmin Derya ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: Di sala 2009an de, min koma muzîkê (Nano Bît) li Almanya damezrand, ku muzîka Kurdî bi rê û şêwazên nû mijûlî nûjenkirina awaz û mûzîka kurdî ye. Amûrên ku em ji bo berhemên xwe yên hunerî bikar tînin ev in (tembûr, gîtar, basgîtar, klavyeyê û vokalîst) in.

Derbarê armanca karên xwe de Hêmîn got, "Armanca me yek e, ew jî ew e ku muzîka Kurdî bi awayekî modern nemir bimîne, ji ber ku heya ku em wan dernexin, îhtîmal e ku ew li nav biçin. Her wiha em dixwazin ku ciwanên ku li Almanya ji dayik bûne bi muzîk û stranên xwe yên neteweyî serbilind bin û amûrên wekî gîtar û tembûrê fêr bibin. Ji bo ku em îspat bikin ku muzîk ji bo mirovahiyê aştî ye û çekek li dijî dijberan e, em dixwazin ku gelê me li gorî neteweyên din xwe kêm nebîne.

Hemin Derya tekez jî kir û weha pêde çû: Em wek gropa (Nano bît) em balyozên aştiyê ne û me karîye huner û muzîka Kurdî di çarçoveyek nû de ji nû ve şekil bidin. Me beşdarî çendîn festîvalên Kurdî û biyanî kiriye. Du CDyên me hene û niha li ser CDya sêyem dixebitin, min awazên wê danîye. Heta niha, çar stranên Hewramî, stranek ji Aram Tîgran, du berhemên Keremê Gerdenzerî, Qadir Dîlan, Qadir Kaban, Mihemed Mamlê, Elî Merdan û çend kesên din ku di bernameyê de ku em karê nûjenkariyê li ser bikin.

Di dawiya axaftina xwe de jî Hêmin Derya got: "Yek ji CDyên me li ser astê Almanya xelat wergirtiye."

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê