Qubadî Celîzade bi helbestên xwe bû mêvanê salona Kurdistanî Nwê

 Qubadî Celîzade bi helbestên xwe bû mêvanê salona Kurdistanî Nwê

Îro roja şemiyê 4/5/2024 li salona Kurdisdtanî Nwê li borda ragihandinê li bajarê Silêmaniyê, semînerek ji bo helbestanê mezin yê bajarê Silêmaniyê (Qubadî Celîzade) hate lidr xistin.

Di wê semînerêdê (Qubadî Celîzade) ku bi helbestvanê nîştiman û jinê tê naskirin bi kurtî behsa dîroka helbestvaniya xwe astengiyên ku rastî wî hatinê kir û hêjmarek ji helbestên xwe ji amadevaanan re xwendin.

Piştî semînerê jî pirtûka xwe ya nû ya helbestên bi navê (Xwedê di vir  re derbas bû) li ser amadevanan belavkir û îmzaya xwe danî ser.

Qubadî Celîzade, sala 1953 ê, li bajarê Koyê ya başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye, ji naverasta sala 1980 ê, dest daye nivîsîna helbestan û di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirîne. Endamê destêkê nivîsara Yeketîya Nivîskarên Kurd e, cêgirê serokê sendîka mafperwerên Kurdistanê li Silêmanîyê ye. Demekê sernivîskarê govara “Gelawêjî Nû”bûye her weha demekê jî li dadgeha Silêmaniyê Dadwer bûye.

helbestên wî mîna tabloyên xemlandî xuya dikin. Her çend ew bi doza gelê xwe ve girêdayî ye, lê jinê û cîhana wê, hemû jîyana wî dagir kiriye. Ew jinê bilind dike û carna digehîne pileya perêstinê.

Foto: Heme Omer

XELAT