Nurhan Husên: Tabloyên min êşa gelê min nîşan didin
Wênesaza Kurd Nurhan Husên dibêje ku ew dixwaze bi rêya tabloyên xwe ronahiyê bixe ser pirsgirêka Kurd û êşên rojane yên gelê xwe, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û wê êşê bighîne cîhanê.
Nurhan Husên, wênesazeka Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Holandayê dijî ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: Ji zaroktiya xwe ve hezeke min a taybet ji wênesaziyê (nîgarkêşiyê) re hebûye. Ji ber vê yekê, min bi berdewamî li ser vê hunerê xebitîm û jêhatîyên xwe di warên cûda yên wênesaziyê de pêşxistin û ez dixwazim wekî keçeke Kurd ji Ewropayê xizmeta hunera Kurdî, bi taybetî wênesaziyê, bikim.
Nurhan Husên got, "Hunera wênesaziyê mîna çekek di destên jin û keçên Kurd ên li hemû beşên Kurdistanê de ye, ji ber vê yekê ez dixwazim ku giringiyek zêdetir jêre bê dayîn. Ji ber ku her tabloyek an berhemeke hunerî gavek ber bi guhertinê ve ye ji bo jinên Kurd ên li hemû beşên Kurdistanê.
Got jî: Hunera wênesaziyê ne tenê bedewî ye, lê di heman demê de peyam û dengê neteweyek bindest e.
Nurhen Husên di sala 1999an de li bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Wê beşdarî di 27 pêşangehan li Rojavayê Kurdistanê, Silêmanî û Helebçeya Şehîd de kiriye.
Nurhen du salin li Holandayê wekî penaber dijî.









