Arvîn ji bo beşdarî `Melodifestivala Mezin a 2025an` hat hilbijartin

Arvîn ji bo beşdarî `Melodifestivala Mezin a 2025an` hat hilbijartin

Arvîn Saman Îsmaîl ê 16 salî yek ji hunermendên ciwan ên Kurd li Swêdê yên herî bi hêvî ye.

Beşdarbûna (Arvîn) li Melodifestivalê ya 2025an bi straneke wî ya bi navê "This Dream of Mine" çîroka rêwîtiyeke wî ye ku dişibe xewneke ciwaniyê û ew xewn dibe rastî, ew radibe ser dikayên stiranbêjîyê û ber bi hezaran temaşevanan û hezkirîyên hunera xwe bi dengê xwe yê zîz hemûyan zendegirtî dihêle, guhdarvanên wî dibine heyranên wî û dengê wî.

Stran jînenîgarîya Arvîn bi xwe ye û bi çend stranbêj û hunermendên herî navdar ên Swêdê re hatiye nivîsandin û çêkirin.

Bi tevlibûna xwe ya bêhempa va strana Arvîn deng û awazekî nûjen anîye meydana mûzîkê.

Wî berî salekê bi strana xwe ya "För bra för att vara sant", ku li ser TikTok tê zanîn û yek ji stranên herî bijare yên radyoya Swêdê bû, riya xwe ya stiranbêjîyê dest pê kir û kete ser rêyekê, ku wî herro navdar dike.

Arvîn di havîna 2024-an de beşdarî gera Festîvala Ricks FM bû û li qonaxên populer ên wekî Rockbjörn û pêşandana TV-yê Sommerlove derket ber temaşevanan.

Tevî temenê xwe yê ciwan, Arvîn bi xwendina xweya muzîkê ya lîseyê re çêkirina muzîkê hevseng kiriye û bi kûrahî di hemî gavên pêvajoya afirîneriyê de, ji nivîsandina stranan û hilberînê bigire heya lîstikên şanoyê navdar bû.

Arvîn di heman demê de ji bo gera (Diggiloo ya 2025-an) hate hilbijartin, ku tê de kesên navdar ên wekî Medina, Ola Salo û Uno Svensson dê beşdar bibin.

Serlêdana şopînerên wî ya salane zêdetirî 180.000 ziyaretvan in û ew yek di karîyera Arvîn da gaveke din a mezin e.

Pêşveçûn û serfiraziya bilez a Arwin li ser medyaya civakî wî dike modelek bijare.

Arvîn bi zîrekî, jêhatîbûn û nêrîneke paşerojê a xurt amade ye ku temaşevanan bi awayekî dilxweş matmayî bihêle û wan vexwîne cîhana xwe a hunerê.

Malpera Xelat peywendî bi nivîskarê navdarê kurd ê Ermenistanê (Têmûrê Xelîl) kir ji bo nasîna `Arwin`,  rêzdar Têmûrê Xelîl ji Xelatê re ragihand ku, ew neviyê mine û korê keça mine û zavayî wî jî xelkê bajarê Silêmaniyê ye bi navê Saman e.

Xelatê peywendî bi kak Saman Îsmaîl bavê Arvîn re kir, Bavê Arvîn diyar kir ku, Arvîn kûrê wî ye û ew bi xwe jidayîkbûyê bajarê Silêmaniyê ye û dayîka wî jî bi navê Dîdara Muradova, ku kurda Ermîniyayê ye û li bajarê Yerîvanê jidayîk bûye.

Arvîn sala 2007`an li bajarê Stockholmê paytexta Swêdê  jidayîk bûye. Temenê xwe niha 16 salî ye. Arvîn ji zarokatiya xwe ve heza xwe ji stranan re hebûye û beşdarî çalakiyên şanoyî kiriye. Di du salên dawî de bi rêya stranan bi zimanê Swêdî gelekî  bi nav û bang bûye.

XELAT/ Berbang