Merasîma Derçûna 316 xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê
Zanîngeha Kobaniyê rêûresmeke fermî ji derçûna grûpa çaremîn a xwendekarên xwe li dar xist.
Rêûresmê bi serîlêdana xwendekaran ji Goristana Pakrewanan ya Bajarê Kobaniyê dest pê kir û li wir giyanên cangoriyên ku giyanên xwe ji bo azadî û rûmetê dane, hatin bibîranîn.
Her weha bi amadebûna hejmareke mezin ji şênî û nûnerên saziyên perwerde û çandê, rêûresmê berdewam kir û li wir bawernameyên 316 xwendekar, hatin radestkirin.
Di dawiya rêûresmê de bi vê boneya serkeftina akademîk gelekî çalakî hatin lidarxistin.






Xelat/ Zanîngeha Kobaniyê
