Li Amedê di Roja Sifir Bermayî de hevdîtina hevpar
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, roja duşemê 30/3/2026`an bi mebesta belavkirina nêzîktêdayîna "sifir bermayî", bermayî vezîvirandin û jiyana domdar bi çalakiyên sepandî pêşkêşî gel kir.
Çalakî ji aliyê Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî, Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê û şaredariyên navçeyên Yenîşehir, Rezan (Baglar), Sûr û Peyasê (Kayapinar) ve li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de dirûşma "Ji bo jîngeheke paqijtir û paşerojeke bijîntir, em bi hev re dikevin tevgerê!" hat bikaranîn.





Xelat/ Malpera Şaredariya Amedê
