Mala Çîrokbêjan li Amedê hat vekirin

Mala Çîrokbêjan li Amedê hat vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zindîkirina mîrata bihêz a raboriyê û gihandina zanyariya kal û pîran bo nifşên nû, “Mala Çîrokbêjan” vekir.

Li navçeya Rezan (Baglar) di hundirê Parka Koşuyoluyê de “Mala Çîrokbêjan” dest bi çalakiyên xwe kir.

Mala Çîrokbêjan a ku dê di bin banê rêveberiya Şaxê Xizmetên Kalûpîran de xebatên xwe bimeşîne, armanc dike ku mîrata bihêz a raboriyê ji nû ve zindî bike û zanyarî û ezmûnên nifşên temenmezin bi nifşên ciwan re bigihîne hev. Ev navend, wekî cihekî girîng ê hevdîtinê ji bo parastin û zindîhiştina çanda devkî hat sêwirandin.

Mala Çîrokbêjan ne tenê mekanekî vegotina çîrokan e; di heman demê de xwedî taybetmendiya navendeke bîra çandî ye. Di navendê de dengbêj, çîrokbêj, hosteyên hunerên destan û jinên zana yên gel, dê çîrokên ji jiyana xwe parzûnkirî bi zarokan re parve bikin. Zarok dê bi saya van hevdîtinan hem dewlemendiya ziman hem jî rehên xwe yên çandî hîn bibin.

Xelat