Amedspor bi 2-1 ji Hataysporê bir
Tîma Amedsporê di hefteya 13an a Lîga 1an de derkete hemberî Tîma Hataysporê û Amed spore bi 2 golan li hemberî 1 golî ji Hatayspor bir .
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serokê Klûba Amedsporê Nahît Eren, parlamenter, hevşaredarên navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl bi hev re li Stadyuma Amedê lîstik şopandin.
Amedsporê di vê lîstikê de Hatayspor 2-1 têk bir. Amedspor bi vê encamê puanên xwe kir 26 û di Lîga 1ê de derket rêza duyemîn.
Amedspor dê di 22ê Mijdarê, Roja Şemiyê de li derveyî malê bi Bolusporê re bilîze.


Xelat
