Li ser rêya koçberiyê nêzîkî 1900 kesan jiyana xwe jidestdane
Di pênc mehan de, nêzîkî hezar û 900 koçber dema ku hewl didan bigihîjin Spanyayê jiyana xwe jidestdane.
Li gorî dezgeha Lutke ya karûbarên penaberan, di navbera 1ê Çile û 31ê Gulanê de, 1865 kes li deryayê dema ku hewl didan bigihîjin axa welatê Spanyayê mirine.
Li gorî Lutka, 342 zarok û 112 jin di nav qurbaniyan de bûn. Piraniya qezayan li zeryaya Atlantîkê bi rêya Giravên Kanaryayê qewimîn, û 1482 kes jiyana xwe jidestdane.
Her weha piraniya qeyikên koçberan ên ku ber bi giravên Spanyayê ve diçûn niha li peravên Morîtanyayê diçin. Ji 1482 kesên ku di rêya xwe ya ber bi Giravên Kanaryayê ve mirin, 1318 ji Morîtanyayê, 110 ji Senîgal û Gambiya û 54 ji başûrê Mexribê bûne.
Li gorî bidûvçûnên dezgeha Lutke, 38 belem li Okyanûsa Deryaya Spî û Atlantîkê winda bûne, tevî hemî rêwiyên wan heta niha çarenivîsa wan diyar nîne..
XELAT/ Dezgeha Lutke
