KOBAN DORPÊÇÊDANE     

KOBAN DORPÊÇÊDANE     

Helbest: Hinara Tajdîn

 

Hûr-hûr dinvîsim, derd, kulên dila, tînim ber çevan,

Wisa dil bi xwîn, jan, êş û azar, wisa dil kovan.

Bazinê mxerm, morî û mircan zend û milada,

Ez, pênûs tewyan li ser lênûsa cerg û dilada.

Goter û çîrok, hêvî û raman hevra neqîşand,

Kerba dilê har, dilekî xişûş me dinyayra şand.

Em diaxivîn bi kelogirî  lat, zinarara,

Me hewar dida teyrên Sîmire li serê çîyara.

Bi hêsir, girî tînin ber çevan zêrîna zarran,

Û çiqe- çiqa dengên sîlihên ewan qeşmeran.

Bûn zîyayên zere nava çîrokan av miçiqandin,

Tî, birçî  hîştin, îşiq, rohnayî, tev temirandin.

Em dorpêç kirin ça dûpişk û mar, jehra xwe rêtin,

Wan dilên meda rehm û bawarya mirovan kuştin.

Tenê bi destên dayîk, xûşkên me tên melhemkirin,

Dû, dermanên wan, birînên xedar wê Kew bigrin…

 

Xelat