DILSARIM JI TE

Helbestvan: Seyrana Celad
Ez keça çol, best û çîya,
Dilsarim ji te Rûsîya,
Germaya ruh min hîs nekir,
Xwîn li ser te nekelîya.
Li çar her dor daristane,
Mezin, zengîn şaristane,
Lê dîsa jî ew xerîbe,
Naşibe germ Hayastane.
Sebra mine Ermenîstan,
Gîyan dibe wek gulistan,
Pê dişkênim dem û sale,
Tîbûna ber bi Kurdistan.
Dilê sotî gava digrî,
Zû dinhêrim kubar Agrî,
Hekîm Lokman piş wê dijî,
Bo min taqet û piştgirî.
Gelekî nêz ez tu dijîn,
Navberê da çemek xemgîn,
Nade mecel hev dûr dixe,
Nahêle gul vede me jîn.
Her çiqas jî biquse dil,
Sûrtê xemzal tim bibin şil,
Guman birî ez namînim,
Li ber çeve dîman, şikil.
Derketim rê û bûm rêwî,
Axa rûsa neda hêvî,
Min nedît wir Sîs û Masîs,
Şikest baskê keça sêwî.
Seyrana çol û banîya,
Betsare ji te Rûsîya.
#Seyran
#MOSKOW(Rûsya)
05.05.2025.
Xelat