Rojnamegeriya kurdî di serdema şerê stêrkan de
Nivîs: Dawûd Çîçek
Bi boneya salyada 128 saliya rojnameya Kurdistan ya Miqdad Midhet Bedirxan ku di sala 1898 `an de li Qahîrayê paytext Misrê derxist û bû yekemîn rojnameya Kurdan, û di heman demê de rojnamevanên Kurd 22 Nîsanê wek roja rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin, ez jî dixwazin peyvekê binivîsim bi zimanê kurdiya şêrîn ji bo nifşên serdemê ku bi kêfxweşî di niha de zankoyên kurdî hatine vekirin û zarokên Kurdan bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsînin.
Li gorî baweriya min ku ez gihêştimê ku her çiqas rojnamegeriya Kurdî rola xwe lîstiye di zanekirin û hişyarkirina civaka Kurdî de bi taybetî di qonaxên destpêkê ya rojnamevaniyê de ku ji serdema (rojname, radyo, Tv) yan li xwe digirt lê giringiya rojnamegeriya kurdî di vê serdemê de hîn zêdeyir derdikeve holê ji bo xizmeta doza kurd li tevahiya cîhanê.
Hevok yan jî peyva (Şerê Stêrkan) ku piştî salên 90`an hate bikaranîn ku wê demê li civakên me yên li rojhilata navîn , me jiber kiribû lê bêy ku em bizanin cîhana pêşkeftî ya Ewropa û Amerîka û Rûsya amadekariya wê dikin û bikartînin ku ev jî taze em tê dighên, ew jî bi saya înternêt û sosyal medya ku çirke bi çirke û deqe bi deqe em pêşkeftinên li dunyayê çêdibin dişopînin eve jî weha lê kiriye ku rola rojnamevaniya vê serdemê çend ya giringe di gîhandina zanyarî û agahî û hişyarkirina komelgehê de. her welatên serdest pêşketinên li welatê xwe zû zû bi peran jî nadin civakên din ên cîhanê ku piştî 10 yan 20 salan taze ew yek dighêje destê me, mînak kompûter piştî çendîn sal ku ji aliyê welatên zilhêz ve dihat bikaranîn di warê ewlekarî û leşkeriyê de piştre firotin miletên dinê.
Di serdema nih de ku em şerê stêrkan bi çavên xwe dibînin di navbera welatan de ku şerê `moşek, balafir û dronan` in êdî erkê li ser milê rojnamevanan zêdetir kiriye di warê gîhandina agahiyan û hişyarkirina civakê bi awayekî tendurist û gîhandina zanyariyên rast û drust ji bo civakê û gelê kurd, eve jî bi saya ragihandineke pêşketî û azad û xwedî prensîp dibe.
Hêjayî gotinê ye ku di vê demê pêwîstî bi rojnamevaniyeke bihêz heye ji berk u bi rastî rojnamevanî bi qasî çekên herî pêşkêftî karîgerî û bandora xwe li ser mirovan û komelgehan çêdike, her weha ji bo hevgirtin û yekrêziya gelê kurd me pêdivî bi rojnamevaniyeke xort û rojnamevanên rasteqîne hene.
Di dawiyê de wek rojnamevanekî xwedî 22 sal temenê rojnamevaniyê ya kaxezî û dijîtalî û TV`iyê, ez carek din bi boneya 128 saliya rojnamegeriya kurdî ez kar û xebata rojnamevanên Kurd pîroz dikim.
22/4/2026
Xelat
