HORÎ- Rola YNKê di dozên netewî de
Xeleka vê carê ya bernameya Horî ya îro şeme 18/4/2026 bi mêvandariya nivîskar û siyasetmedar û Nûnerê MSDê li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş bûye û bi taybetî rola Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê di dozên netewî de hate gotûbêj kirin.
Hoşeng Derwêş diyar kir ku, dema meriv behsa Yekîtiya Nîştimanî ya Kudistanê YNKê dikin em behsa dîrokeke dûr û dirêj di warê leşkerî û siyasî û şoreşa nû ya gelê Kurdistanê dikin.
Got jî: YNKê yekem partiye ku bi kirdar îsbat kir ku xwedî doza netewî ya Kurdistanê ye û rewanşad serok Mam Celal jî peyê siyasetê û peyê hukumdariyê bûye.
Hoşeng Derwêş tekez li wê yekê jî kir ku her çiqas YNKê bi rêya kovara Xelatê kak (Hozan Efrînî û Dawûd Çîçek) bi kurdiya latînî peyama xwe dighînin Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê û divê giringiyeke taybet bi zaravayê Kurmancî ya latînî bide.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
Xelat
