Kerkûk di destên emîn de ye

Kerkûk di destên emîn de ye

Nivîs: Dawûd Çîçek

Roja pêncşemê 27/2/2025 ez û hevalê minî dêrîn û kevin mamosta Hozan Efrînî me serdana qudsa Kurdistanê bajarê pêkvejiyanê Kerkûka Kurdistanî kir. Bajarê Kerkûkê piştî heft salan karî bi saya desthilata Kurdî û parêzgarê Kurd û endamên kurd ên encûmena parêzgehê azadî li Kerkûkê berqerar be û ew salên reş li pey xwe bihêlin.

Di wê serdana xwe de ez û hevalê xwe yê dêrîn em bi dîtina û çavpêkeftina şêre jina Kurd endama encumena parêzgeha Kerkûkê Perwîn Fatih şabûn û ew jî bi serdana me ya ji bo bajarê Kerkûkê şabû piştî ku me jêre xwe da nasandin û me got em ji rojavayê Kurdistanê ne û me bi saya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Serokê YNK Bafil Celal Talebanî û Kurdên tekoşer û dilsoz ên Kerkûkê me karî piştî 7 salan biçin wî bajarê dilbirîn û serbilind.

Bi rastî heta kesên weku Perwîn xanimê û parêzgarê Kerkûkê rêzdar Rêbwar Taha ku şagirtên rêbaza serok Mam Celal Talebanî ne hebin, wê herdem Kerkûk di destên emîn de be.

Hêjayî gotinê ye ku desthilata kurdî li bajarê Kerkûkê karîn sererayî helwestên sovînîstên erebî mal û mulkên kurdan ku ji serdema rêjîma berê ya baasê ve hatibûn zevt kirin vegerînin ji xelkê resen yê deverê re û gundên kurdan vegerînin. Eve jî bi saya berxwedan û tekoşîna cotkarên kurd in mînaka wê jî cotkarê Kurd Mihemed Emîn ku dema zeviya xwe li gund dikir ji aliyê çekdarên şovînîstên ereb ve rastî êrîşê hat û bû sembola berxwedanê û serbilindiyê û serfiraziyê.

Di wê serdanê de çavê me bi cotkarê berxwedêr rêzdar Mihemed Emîn jî ket û wî ji me re got: Êşa Efrîn û Kerkûkê yeke. Me jî jêre got ku (Kerkûk û Efrîn destexwîşkên hevin û rojek wê were Efrîn jî vegere destên emîn ên Kurdan û wê azad bibe.

Belê piştî heft salan me karî bi saya desthilata kurdî ya li ser rêbaza rewanşad serok Mam Celal em biçin bajarê Kerkûkê.. bajarê kesk û azadî û jiyana hevbeş.

XELAT