Em hemû mîna stêrkan li dora Mam Celal bûn

Em hemû mîna stêrkan li dora Mam Celal bûn

Nivîskar: Îmad Ehmed

Govend ji demên kevnar ve di çanda Kurdî û cîhanê de hunerek e, lê her neteweyek bi çand û nasnameya xwe re direqise û bi vî awayî encama jiyana civaka xwe nîşan dide.

Kurd li rojhilat di civatek çandiniyê de dijîn, û govenda Kurdî xwe di nav vê taybetmendiyê de dibîne. Govend û dîlana Kurdî xwedî taybetmendiyek e ku di cejin, şahî û serkeftinan de tê pêşkêş kirin.

Van rojan li ser Tik Tokê, min reqsek taybetî ya herêma Paweh dît ku li gundê Jîwari li Rojhilatê Kurdistanê hatibû lidarxistin. Di wê şahiyê de şêwazê liva û dîmenê Senaan Hewramî bala min kişand. Ew bi kiras û şelwerekî reş, wî bi tena serê xwe di nav komeke hevbajarê xwe de reqis dikir, kevir dihelandin.

 

Ew ji bo xemên xwe dilan dikir

Ewan ji bo kêfxweşiyê dilan digerandin, lê wî ji bo xem û keserên xwe û ji bo kêfxweşî û kenê li ser lêvên keça xwe ya nexweş a 29 salî bû.

Wî destê xwe yê çepê danî ser dilê xwe da ku ew ji êşê nefire! Û wî cemedana xwe ya reş danî ser milê xwe mîna çiyayekî da ku giraniya jiyanê hîs bike! Her livek jî nimayîşa cîhana xwe ya taybet nîşan dide.

Dema min ew dîmen dît, qîrînek textê hejandî di dilê min de teqiya û çavên min tijî hêstir bûn. Carinan min hîs dikir ku ez wisa direqisim, lê ez nizanim ji bo kê? Ji bo diya xwe ya mîna perî, ji bo xwişka xwe ya tije ji hesretên min, an ji bo xaltîka xwe ya xêrnedîtî, an ji bo hinavê dilê xwe?!

Dema min Sanaani yê dilşewat dît, tavilê Zorbayê Yewnanî, lehengê romana ecêb a (Nikos Kazantzakis) ku di sala 1946an de hatiye nivîsandin û di sala 1964an de bûye fîlm, ku (Anthony Quinn) wekî Alexis Zorba dilîze, hat bîra min. Leheng (Anthony Quinn) bi muzîka dilşewat, ku bû koda navdariya Yewnanî, bi xweşikî reqisî.

Roman çîroka têkiliya di navbera vebêjerek rewşenbîr û (Alexis Zorbayê) sade de vedibêje ku li pey kêfên jiyanê diçe û bi berdewamî bi reqsê re rû bi rû nerihetiyên jiyanê dimîne.

 

Tevgereke Harmonîk

Di wê demê de, Rewanşad Dr. Ehmed Bamernî bîranînên min hembêz kir û min roja li Dukanê bi bîr anî dema ku Rewanşad (Mam Celal) endamên mekteba Siyasî û hejmarek ji serkirde û kadroyên pêşketî yên YNKê ji bo Newrozê vexwendibûn Dukanê.

Newroza wê salê pir şil û tijî bereket bû. Di rojek sar, ezmanek ewrîn û deştek kesk li nêzîkî bendavê, em hemî li dora Rewanşad Mam Celal mîna stêrkan bi hişek hêvîdar dizivirin.

Ehmed Bamernî mirovekî bedew, çalak, dostane, hevaldost bû û endamê Komela bû. Ji destpêka damezrandina YNKê di sala 1975an de, Bamernî kadroyek çalak û dilsoz ê YNKê li derveyî welêt bû.

Piştî hilweşîna dîktatoriyê li Bexdayê di sala 2003an de, wî wekî balyoz li Wezareta Derve ya Êraqê xebitî, dûv re bû şêwirmendê serokkomarê Êraqê, dema ku Mam Celal serokkomar bû.

Mixabin, di sala 2020an de, vîrusa koronayê ew û hejmarek ji hêjayan noqî tunebûnê kir û ber bi cîhana herheyî ve firî. Min kêm kes dîtin ku wek Bamernî xweşik dîlanê bikin, bi awayekî ku tevahiya leşê xwe bi rîtma def û zirneyê re li hev dike û bi Elwen û bi Celeweda derbas dibin. Dema wî serçopî digirt baranê xweiyê û bedewiyê dibarand.

Hêvîdariun sala nû bibe sala xweşî û serwerî û dûrbûn ji xem û xefetan bo tevahiya gelê Kurdistanê, berdewam wek Zorba em govendê bigrin û wek Ehmed Bamernî di bihara serkeftinê û bicîhatina xwestên miletê me de hem govendê bigerînin.

Wergerandin// Dawûd Çîçek

Xelat/ Kurdistanî Nwê