Keçeke Kurd di lîstika Şatrancê de xelata 3`em bidest dixe

Keçeke Kurd di lîstika Şatrancê de xelata 3`em bidest dixe

Keça Kurd a bi navê (Îva Heval Mihdî Nizarkî) ku keça şatranczanekî kurde li bajarê Moskoyê beşdarî di palewaniya lîstika şatrancê de dike û pileya sêyem bi dest dixe û tê xelat kirin.

(Îva Heval) take keça kurde ku beşdariyê di wê palewaniyê de dike û karî di beşa (Rapid) pileya 3`em di pêşbirka keçan de bidest bixe.

Di wê palewaniyê de 171 şatrancvan di temen û astên cuda de beşdarî kirine.

Bavê Îva, ku xelkê bajarê Duhokê ye bi serkeftina keça xwe şa dibe û dibêje; Îva ji zaroktiyê de ji şatrancê hez dikir û eve du salin diçe xola ekademîk ya lîstika şatrancê û xwe ji bo vê pêşbirkê amade dikir.

(Îva Heval mihdî Nizarkî) temenê xwe 9 salin û xwendekara qonaxa 3`ê ya seretayî ye û ligel malbata xwe li Mosko paytexta Rûsyayê dijî.

Jêder: DGK/ Kosret Feysel Keto

XELAT