Ala Kurdistanê nasnameya neteweya Kurd û Kurdistanê ye
Alaya Kurdistanê yan jî Alaya Rengîn alaya Kurdistanê ye ku ji aliyê `Cemiyeta Tealiya Kurd` ango (Komeleya Bilindbûna Kurd, ku rêxistineke siyasî ya kurdan bû di sala 1918 an 1919an de li Stembolê hat damezrandin) di sala 1920an de li bajarê Stembolê hatiye çêkirin.
Alaya Kurdistanê bi cureyên cuda wekî ala neteweyî ya dewletên cuda yên kurdî ve ku di nav wan de (Komara Araratê, Komara Mahabadê) û herî dawî jî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve di sala 1992an de hatiye pejirandin.
Alaya Rengîn ji sê rengên sereke pêk tê ku dirêjahî û firehiya her sê rengan wekî hev in. Li jorê alayê bi rengê sor, li navîn bi rengê spî û li jêr a alayê bi rengê kesk hatiye xemilandin. Li navîn nîşana rojê bi 21 tîrejên wekhev hatiye bicihkirin û nîşana rojê bi awayekê geometrîk cihê xwe di nîvê alayê de digire.
Alaya Kurdistanê di roja îro de li hemî deverên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li deriyê sinoran, balefirgeh û sazî û dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê daliqandin.
Ev belgenama ala fermî a hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê, bi eslê xwe ji aliyê Mehrdad Izady (bi nêrîna dîrokî û estetîkî) û Dr. Bijhan Eliasi (ji aliyê teknîkî) ve, di sala 1998 de hatiye amedekirin.
Taybetiya alê a bingehîn nîşana roja zêrîn e. Nîşana rojê di dîroka kurdan de wateya xwe ya olî û çandî heye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kurdan, wek Yezdaniyê de, çevenga vejînê ye. Roj û agir sembola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwe re demsala biharê jî têne. Rengê sor, xwîna Şehîd/Pakrewanên Kurdistanê nîşan dide. Rengê kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê sembole dikê. Rengê spî aştîxwazî û aramîya gelê kurd sembole dike.
Di Kovara Hawarê de li ser alayê gelek nivîs û helbest hatine nivîsandin. Celadet Alî Bedirxan di gotareke xwe de wiha ala kurdan dide nasîn û dibêje:
« Her milet xweyiyê aleqê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedrbûna ala xwe, beperwa xwe didin qûştin. Ala her miletî jê re beha ye. Di cejn û şahînetan de kesr, xanî û qûçayan pê dixemilînin, di ber wêre diborn, slavan lê diqin, di rêveçûna leşqerî de diveqin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, weq ya miletê me, ji her der biderqirî, lihevtewandî li ser dilên zarowên wan de hilandî ne. Miletên dîl dixebitin xwîneên xwe dirijênin qo biyaniyan ji welatên xwe bikewirinin û alên xwe li ser qalat û bajarên xwe ji nû ve daçiqînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiqleqî din e. Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, qesq, sipî û sor e, di nava wê de Çiyayê Agirî û Roj diçirise. »

— Celadet Alî Bedirxan, Hawar, Hejmar 9 (30 îlonê 1932)
Alaya kurdî di 1932 -an de li ser herdu bergên kovara Hawarê, hejmara 11 (10 çiriya paşîn a 1932an), bi rengîn hatiye çapkirin. Rengên alayê ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk bû, û rojeke zêrîn bi 18 tîrejên xwe hebû.
Dr. Kamûran Alî Bedirxan jî ev helbesta xwarê li ser ala Kurdistanê nivîsiye:
Ala kurdan
Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wê roj û tav,
Spehitiya ax û av
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.
Kehremanê ceng û şer;
Kiblegeha mê û ner;
Cayegahê can û ser
Afitaba dar û ber
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.
Rêviya xortan û mêr,
Mihreba mizgeft û dêr
Şahê evd û şahê şêr
B'reng û bihn e zîv û zêr.
-Di sala 1992an de di dema îlankirina Kurdistana Sor de li Laçînê heman alaya ku ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti ve hatibû qebûlkirin hatiye bikaranîn.
Sernûserê kovara Xelatê Hozan Efrînî bi boneya vê roja pîroz peyamek belav kiriye û têde weha nivîsiye:
Îro 17-12-2025 roja Alaya (Kurdistan)ê ye.
Ev roj li tevahiya gelê kurd û Kurdistanê pîroz be
Alaya Kurdistanê wek sembola nasnameya doza kurdî li piraniya dem û dezgehên cîhanî û navnetewî hatiye nasîn.
Em serbilindin bi hebûna alaya rengîn û pîroz be li me giştikan.
Dirûd ji bo pakrewanên kurd û Kurdistanê û her rewanşad û beheştdar bin
Bijî Kurd û Kurdistan
Her li babe Alaya Kurdistan….
Em jî wek Stafa kovara Xelata kurmancan roja ala Kurdistanê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin û bi hêvî ne ev al bibe sembola gelê Kurd li tevahiya cîhanê.

Ala Komara Ararat

Ala Komara Mihabad

Ala Kurdistanê ku Herêma Kurdistanê pejirandiye
Xelat/Wîkîpediya
