"Karîgeriya helbestên Cewahîrî zêde li ser min hebûye"
Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de-10
"Karîgeriya helbestên Cewahîrî û Îbrahîm Ehmed zêde li ser min hebûye"
Amadekirin: Rêbwar Star
Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.
Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.
Pirs: Mam Can, bi giştî hûn çiqas ji helbstê hez dikin û di nava helbesta kurdî de helbestên kê zêdetir bandora xwe li we kiriye û tu helbestên kijan helbestvanî dixwînî?
Bersiva Mam Celal:
Ez helbestan dixwînim, lê belê a ku zêde bandor li min kiriye helbestên Cewahîrî ne, karîgeriya Cewahîrî zêde li ser min hebûye, hem di fêrbûna zimanê erebî de û hem jî di nivîsîna erebî de. Ya kurdî jî di serdema lawîtiyê de helbestên Hacî Qadir zêdetir bandor li min kiriye, Pîremêrd û Hacî Qadir û mamosta Birahîm Ehmed ku her çiqas helbstên xwe kêmin jî, lê helbestên Brahîm Ehmed gelekî dewlemend û bi Bereket û bi heyecanin û bi wate ne, weku (Şîrîn Bihare) ku xwedê jê razî (Tahîr Tofîq) kiriye stran bi dengê xwe yê zelal, ew helbeste tiştekî bilind têde heye eger têde hûr bibî. Ji helbestvanên wê serdemê helbestên Şêrko Bêkes gelekî bi dilê min in, bi dîtina min mezintirîn helbestvane di neteweya kurd de heta niha her çiqas helbestê bi wezin û qafiye bi min xweştirin , di helbesta nû de yak u jêre dibêjin helbesta azad, helbestên Şêrko Bêkes hem peyvên xwe û hem jî boçûn û hem jî wênekirin, naverok û wateyên wê gelekî bilindin, bi dîtina min Şêrko Bêkes mezintirîn helbestvanê seranserî ye di dîroka Kurdan de ye.
Pirs: Tu parçeyekî helbestê ku di xeyala we de heye ji me re bêjî?
Bersiva Mam Celal:
Yê kê?
Pirs: Yê her helbestvanekî be ku niha di bîra te de bê?
Bersiva Mam Celal:
Pir di bîra min de hene, yê mamosta Brahîm Ehmed di bîra min de ye, yê Cewahîrî di bîra min de ne, yê Hacî Qadir di bîra min de ne, kîjan bi we xweşe ji were bêjim?
Pirs: Bila bi dilê we be hûn ji kijanê zêde hez dikin bêjin?
Bersiva Mam Celal:

Başe ya mamosta Brahîm helbestekî gelekî bilind heye li zîndanê li Bexdadê ku dema hukim lê tê birîn digel Salih Dîlan ku destê wan pêkve di kelebçeyê de bûn, du kes ku destên wan kelebçekirî bûn , li wir li zîndanê helbestek gotiye navê wê (Tîra Dawî Ya Kevanê) ew helbest gelekî bi dilê mine niha ezê ji were bêjim:
Dwa tîrî kewanî xot bihawêje hele dujmin
Dwa serkewtinî toye dwa nukî gele dujmin
Şewî tirsandinit samî nemawe tarîk û rune
Be asoyî erxewanîda hetaw lew dîw kele dujmin
Çi gewcî heş beser key xor be hêlek pêşî gîrawe
We yaxud çerxî mêjû key be berdî êwe westawe
Hemû pêşkewtinêkî tû berew çalî neman edbat
Hemû serkewtinêkîşit be wêne billqî ser awe
Îca dixwazin niha vane bo we rava bikim berya ku ez temam bikim ku wateyên gelekî bilind têde ne, wek nimûne eve yek ji pendên sosyalîstî ya wê serdemê dibêje:
Hemû pêşkeftinek rêjîma sermayadarî ji mirinê nêzîk dike. Ji dawîbûna xwe nêzîk dike û ji bo qonaxa dawiyê derkeve holê ku qonaxa sosyalîzmê ye ji ber wê di helbesta xwe de dibêje:
Hemû pêşkewtinêkî to berew çalî neman etba
Hemû serkewtinêkî to be wêney Billqî ser awe
Ewa Hîtler xudawendî şerî ser ruy zemîn bû xo
Qelayî sermayedarî pirtifaqî asnîn bû xo
Hemû Almanyayî nazî li desta wek nigîn bû xo
Le rêy azadîxwazana weku şuray Çîn bû xo
Kwa Vêrmaxtî Almanî ke etwût her zeruyî xwêne
Kwa Lof Wafee w hêze neparêze merg çêne
Kwa topî kwa tankî kwa ustulî bê wêne
Be carê gorî gum bû, giştî wek xoy bêseruşwêne
Le lay ême helle nigutin yekem hengawî zallbûne
Le naw botey xebat da tiwandnewe her şertî qallbûne
Le nuçdan w hellenegutin nîye bakî gelî kurdan
Weku rêgay xebatî xoy şikanî toy lela rune
Legel karwanî rizgarî gelan
Erwa be çalakî le dûrî rê w le sextî cê w dry dujmin niye bakî
Ne ladan û ne kolldan ne westan heye hergîz
Pişûnada heta nebrrê regî Çewsanewe û makî
Bizane ev helbest çend bilinde, yek xebata kurdan bi xebata gelan ve girê dide, digel karwana rizgariya gelan dimeşe bi çalakî li dûrî rê û di dijwariya cih û dujminê nepak, xebata xwe jî hem rizgarbûna nîştiman û rizgarbûna çînayetî têde ye û raneweste heta rakirina riha zulm û zorê, heta ku riha zulm û stemkariyê ji kokê raneke pişû nade ji xebat û tekoşîna xwe, eve helbestekî pir pir bilind e.

Dewamî heye….
Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
Ji Soranî/ Dawûd Çîçek
Xelat
