HORÎ- Hilbijartinên Amerîka û Çarenivîsa Sûriyan

Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Dawûd Çîçek ragihand ku, hilbijartinên serokatiyê li Amerîkayê wê bandora xwe ya rasterast li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û çarenivîsa Kurdan hebe.

Xeleka vê carê ya bernameya (HORÎ) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin li ser (Hilbijartinên Amerîka û Çarenivîsa Sûriyan) bûye bi mêvandariya rojnamevan û çavdêrê siyasî Dawûd Çîçek.

Li ser pirsa rojnamevan Hozan Efrînî ya derbarê dîdara dawî ya di navbera Serokê niha yê Amerîka (Co Baydin) û serokê berê (Donald Tramp) de ku kî serkeftî bû, Çîçek diyar kir ku, di wê dîdarê de yê serkeftî Donald Tramp bû li gorî şîroveyên siyasetmedaran.

Her weha derbarê wê yekê ku eger her yek ji Baydin yan Tramp biser bikeve gelo wê karîgeriya wê li ser Rojavayê Kurdistanê û Kurdan li Sûriye çibe, Dawûd Çîçek da zanîn ku, Kurdên Rojava di serdema demokratxwazan de bi taybetî qonaxa (Barak Obama) destkeftiyên mezin bi dest xistin bi alîkariya Amerîkayê lê di serdema komarîxwazan bi serokatiya (Tramp) de ziyanên mezin gihêşte Rojavayê Kurdistanê bi taybetî bi dagirkirina Serêkaniyê, Girêspî û Efrîn û radestkirina Kobanê ji Rûsyayê re.

Di dawiya axaftina xwe de Dawûd Çîçek peyama xwe ji bo yekîtiya aliyên siyasî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanî anî ziman ji bo berjewendiyên bilind yên gelê Kurd li wî parçeyî û dabînkirina pêşerojeke geş û jiyanek azad û serfirazî.

 

XELAT