Ayşe Şan dê li Amedê were bibîranîn

Ayşe Şan dê li Amedê were bibîranîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê hunermenda mezin a kurd (Ayşe Şan) ku yek ji kesayeta girîng a muzîka Kurdî ye, di 29emîn salvegera wefata wê de bi bernameyeke berfireh bi bîr bîne.

Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, ji bo hunermend Ayşe Şanê, ya ku wekî “Şaha Bê Tac” a muzîka Kurdî tê zanîn, di navbera 17–18 Kanûnê de bernameyeke bîranînê li dar dixe.

Di çalakiyên du-rojî de, dê jiyan, huner û mîrateya Ayşe Şanê a li muzîka Kurdî ji aliyên cuda ve bêne nirxandin.

Her weha dê konsereke taybet a ji berhemên Ayşe Şanê pêk tê bê lidarxistin. Bi konsera ku 25 hunermend dê derkevin ser dikê, dê deng û muzîka Ayşe Şan careke din li Amedê deng vede.

Cenazeyê Ayşe Şanê, ku di 18ê Kanûna 1996an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dabû, di 18ê Hezîranê de anîbûn Amedê û bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê hatibû veşartin.

Xelat/ Malpera Şaredariya Amedê