HORÎ- Serhildana Rojava û koça dawî ya Salih Muslim

Serhildana Rojavayê Kurdistanê ya 12 adarê a sala 2004`an ku berî 22 salan li bajarê Qamişlo destpê kir û li tevahiya deverên Rojava belav bû, her weha koça dawî ya serkirdeyê kurd ê mezin Salih Muslim mijarên bernameya HORÎ ya radyoya dengê Gelê Kurdistanê bûn.

Endamê Nûnertiya Rojava li Herêma Kurdistanê Fethula Huseynî behsa giringiya serhildana 12ê adarê kir ku çawa gelê kurd bi wêrekî li dijî rêjîma Baas a Sûriyê serî hildan û daxwaza azadiya xwe kir.

Her weha Fethula Huseynî bal kişand ser koça dawî ya serkirdeyê mezin yê Rojavayê Kurdistanê Salih Muslim û diyar kir ku Salih Muslim rolekî xwe yê giring hebû di xebat û şoreşa Rojavayê Kurdistanê de.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

Xelat