Arşîvkirina Berxwedanê… Hevpeyvînek bi Dr. Omer Şêxmûs re- 1
Kurte:
Dr. Omer Şêxmûs (nivîskar, lêkolîner û çalakvan),di vê hevdîtina bi nivîskar û lêkolîner li Zanîngeha Êksterê (Farangis Qadirî) re , behsa jiyana xwe û beşdariyên xwe di çalakiyên siyasî û akademîk ên Kurd de dike, herweha li ser arşîva xwe ya giranbuha, ku niha li Zanîngeha Êksterê tê parastin, diaxive.
Di vê giftûguyê de Dr. Omer Şêxmûs behsa naverok û çawaniya çêkirina arşîva xwe û dijwarîyên ku di arşîvkirina tevgerên rizgariya Kurdistanê de û çawaniya parastina materyalên arşîva Kurdî û girêdana çalakiyan û parastina arşîvê de hatine kirin, radixe ber çavan. Her wiha ronahiyê dixe ser Komeleya Xwendekarên Kurd û çalakiyên xwendekaran li Ewropayê jî.
Lêkolînerên Kurd herdem di hesreta wê yekê de ne ku beşek zêde ji destnivîs û belgeyên Kurdî ku, nemaze di sedsala 20-an de, di bin bandora şert û mercên zordar ên welatên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de ne.
Wêje û vegotinên bûyerên dîrokî û bîranînên çalakvanên Kurd tijî çîrokên windabûn, wêrankirin û tunekirina belge û arşîvên Kurdî ne.
Bi rastî, di dehsalên dawî de, li Kurdistan û li Diyasporayê destpêşxeriyên girîng ên arşîvê hatine kirin ku serdemeke nû ji bo hilberîna agahiyên Kurdî dest pê dikin û bi ronîkirina aliyên veşartî yên dîrok, siyaset û çanda Kurdî rêbazên nû yên hizirkirinê li ser Kurd û Kurdistanê teşwîq dikin.
Di nebûna arşîveke neteweyî de, li Kurdistan û Diyasporayê arşîv û pirtûkxaneyên Kurdî hatine avakirin, ku şahidiya xewn û pabendbûna komek kesan dikin ku bi guman dîrok, bîr û çanda neteweyekê parastine. Her çend hin ji van navendên arşîvê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyek hindik wergirtine jî, piraniya van hewldanan destpêşxeriyên kesane ne.
Yek ji arşîvên kesane yên Kurd ên herî girîng li Ewropayê arşîva Omer Şêxmûs e, ku li Zanîngeha Exeterê bi jimareya (EUL MS 403) tê parastin. Ev arşîv berhema jiyana çalakvaniya siyasî û akademîk a Dr. Omer Şêxmûs e.

Dr. Farangis Qadirî û Dr. Omer Şêxmûs li zanîngeha Exeter
Arşîva Omer Şêxmûs zêdetirî 10,000 belgeyan dihewîne û nêrînek berfireh a hundirîn li ser çalakiyên siyasî yên Kurd li Iraq, Sûriye û Îranê, di nav de Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) , Partiya Demokrata Kurdistanê (KDPI), Partiya Komunîst a Iraqê û komên piçûktir, rêxistina xwendekaran, yaneya nivîskarên kurd û Kongira Nîştimanî Kurdistan dixe berçavan.
Ew arşîve, ku di pênc dehsalan de hatiye berhevkirin, belgeyên kêm û nameyên taybet ên bi kesayetiyên wekî rewanşad serok Mam Celal Talabanî, Kemal Fuad, Fuad Masum, Şêrko Bêkes û kesayetiyên din ên siyasî û çandî yên navdar re dihewîne. Her weha nameyên Şêxmûs ên ku bi zanyar û akademîsyenên ji çar aliyên cîhanê re alogurkirine, di nav wan de Martin Van Bruinsen, zanyarên navdar ên Îtalî Profesor Mirella Galletti (1949-2012) û Amir Hassanpour5 (1943-2017). Şêxmûs di navbera salên 2007 û 2011an de bi dilxwazî arşîva xwe da Zanîngeha Exeterê. Ev arşîv niha dîjîtalîze bûye û li ser malpera Arşîva Dîjîtal a Kurdî heye û belgeyên nû rojane têne zêdekirin.
Nivîskarek, lêkolîner, çalakvan Dr. Omer Şêxmûs pêşkêşvanek berhemdar e ku di çil salên borî de beşdarî lêkolînên Kurdî bûye û her wiha bi çalakiyên siyasî yên Kurdî re jî bi awayekî nêzîk mijûl bûye. Wî hejmareke mezin ji gotar û lêkolînên li ser pirsgirêka Kurd, mafên mirovan, koçberî û lêkolînên Îslamî weşandiye.

Mam Celal û Îsmet Şerîf Wanlî
Şêxmûs di sala 1942an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Wî li Zanîngehên London û Stockholmê têkiliyên navneteweyî, zanistên siyasî û siyaseta navneteweyî xwendiye. Ji salên 1960an heta 1980an, beşdarî tevgera rizgariya Kurd li başûr (Iraq) û rojhilat (Îran) bû û sernivîserê çend rojnameyên bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî bû.
Di salên xwendina zanîngehê de, ew endamê Komîteya Rêveber a Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (KSSE) û sernivîserê kovara Îngilîzî ya komeleyê ya bi navê (Kurdistan) bû. Ew yek ji nifşê yekem ê çalakvanên xwendekarên Kurd li Ewropayê bû û piraniya çalakiyên xwe li wir derbas kir heta ku di sala 1975an de bi rewanşad serok Mam Celal Talabanî û hevalên wî re Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ava kir.
Dr. Omer Şêxmûs endamê serkirdayetî û mekteba siyasî ya YNKê bû û heta sala 1986an berpirsiyarê têkiliyên derve bû. Bi salan, ew û jina wî ya Swêdî, Agneta Kling, tevlî hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bûn û li dijî rejîma Sedam Huseyîn ji bo mafê çarenivîsî şer kirin. Agneta yekem jina biyanî bû ku tevlî hêzên Pêşmerge bû.
Piştî mezûnbûnê, Şêxmûs li Zanîngeha Stockholmê bû mamoste û lêkolîner di warê zanistên siyasî, koçberiya navneteweyî û têkiliyên etnîkî de.
Wî li Rojhilata Navîn dersên ol, civak û siyasetê da li rojhilata navîn didan. Ew endamê Lijneya Rêvebir a Dibistana Bilind a Trollhättan û Udevala (HTU) li Swêdê bû. Ji sala 1989an heta 1995an ew endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê (PEN) û endamekî damezrîner ê Komîteya Mafên Mirovan a Kurdan a Swêdê (SKKMR) bû..

Dr. Kemal Xoşnaw, Dr. Omer Şêxmûs, Mam Celal, Dr. Fuad Masûm û Adil Murad
Di sala 2001an de, Şêxmûs wekî Sernivîskarê bilind tevlî beşa Kurdî ya radyoya Dengê Amerîka VOA bû. Ji sala 2005an heta 2007an, wî wekî Rêvebirê beşa Kurdî ya dengê Amerîka VOA xebitî.
Di nav bi dehan postên siyasî de, em dikarin şêwirmendê taybet ê serok Mam Celal Talabanî ji 2007an heta 2012an, dema ku Talabanî serokkomarê Iraqê bû û her weha şêwirmendê serokê Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê di sala 2018an de, ew di nav hewldanên dîplomatîk de ye da ku çareseriyek aştiyane ji bo pevçûna li Sûriyeyê bi Koma Şêwirmendiya Sûriyeyê ya Serbixwe re bibîne û çarçoveyek destûrî ji bo mafên zimanî û çandî yên komên ne-erebîaxêv ên Sûriyeyê pêş bixe.
Di Çileya 2024an de, di dema serdanek bo zanîngeha Exeter de, min derfet dît ku bi Şêxmûs re hevdîtinekê encam bidim, ku li ser çawaniya çêkirina arşîva wî, dijwarîyên arşîvkirina tevgerên berxwedanê, girêdana çalakiyên siyasî û berhevkirina arşîvê nîqaş bikim.
* Birêz Omer, we arşîveke taybet û ecêb çêkiriye ku xebat û çalakiyên çend partîyên siyasî, çalakvanên Kurd li dîyasporayê, wek Xwendekarên Kurd li Ewropayê (KSSE) û rêxistinên çandî li Kurdistan û dîyasporayê dihewîne. Îlham û motîvasyonên we ji bo parastina arşîveke ewqas dewlemend a materyal û belgeyan çi bûn?
- Pêşî, ez ê çîrokek ji we re vebêjim ka ez çawa bi berhevkirin û hilanîna piraniya materyalên ku min ji partî û tevgerên siyasî yên cûda yên li Kurdistanê û di nav refên KSSE de wergirtin eleqedar bûm. Ez bi şens bûm ku ji malbateke dewlemend hatim.
Ji sala 1954 heta 1961 dê û bavê min ez şandin dibistanek Amerîkî li Helebê bi navê Koleja Helebê.
Ez kevanê pirtûkxaneya dewlemend a dibistanê bûm, û bi hevalekî xwe yê ku li dibistanê bû, me dest bi xwendina pirtûkên bijartî li gorî rêza alfabetîk a paşnavên nivîskaran kir.Di nav şeş salan de, me karî piraniya pirtûkên ku me armanc dikir bixwînin.
Piştre hevalê min bû endamê Partiya Baasê û di dawiyê de bû rêveberê televîzyon û radyoya Sûriyeyê, di heman demê de ez tevlî çalakiyên siyasî yên Kurdan bûm û bûm endamê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, ku di encamê de ez ketim zindanê û paşê jî koçber bûm û hatim diyasporayê.
Ev yek bû sedema bingeheke xurt a geşbûna perwerdehî û hizrî ji bo min, ji ber vê yekê heta sala 1958an, dema ku ez 16 salî bûm, ez hinekî ji hevalên xwe bêtir xwendewar bûm.
Karbidestên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê û Partiya Komunîst a Sûriyeyê hewl didan ku ciwanan tevlî bikin û çavê wan li ser min bûn.
Xweşbextane, min biryar da ku tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê KDP bibim, ne Partiya Komunîst a Sûriyeyê. Lêbelê, ez ne li dijî Partiya Komunîst im. Dema ku serokatiya partiyê dît ku ez xwendewar im, wan di havîna 1959 û 1960an de ez şandim da ku endamên nû perwerde û rahênan bikim.
Ebdulrehman Qasimlo, Dr. Kemal Fuad, Agnêta Şêxmûs
Ez van hemûyan dibêjim da ku bibêjim ku ji temenê xwe yê ciwan ve eleqeyek fîkrî li min hebû û min her gav hez dikir bixwînim, pirtûkan bikirin û gotaran berhev bikim. Li Sûriyeyê, ne hêsan bû ji ber ku her tiştê Kurdî di wê demê de qedexe bû. Em neçar diman ku pirtûkên Kurdî veşêrin ji ber ku mirov bi salan ji ber pirtûkên Kurdî an jî li ser pirsgirêka Kurdî di girtîgehê de diman.
Bi rastî, li dibistana seretayî ya li bajarê min ê jidayikbûnê Amûdê, axaftina bi Kurdî qedexe bû, ne tenê di polê de, lê tewra li qada lîstikê jî. Mamoste û rêveberên me hin xwendekar erkdar kirin ku sîxuriya xwendekarên din bikin. Ger kesek bi Kurdî biaxive, heta li hewşê jî, ew ê were cezakirin. Ji bo zarokên wî temenî pir şerm bû ku li ber textê reş li ser lingekî werin sekinandin wek ceza ji ber axaftina bi Kurdî.
Dewamî heye….
XELAT/ Rojnameya Kurdistanî Nwê
