Hîn bûm, her gotinê bawer nekim
Nivîskar: Mihemed Hemo
Carina rastî di cîhanê de bi lezbûna hewalan re winda dibe , erê; ez fêrbûm ku dûrgeha di navbera peyv û rastiyê de bi mîlan nayê pîvan, tenê bi hişyarî, guman û balkêşiyê tê pîvan. Di vê sînorê hestyar de, êdî ez têgihîştim ku erkê ragiyandinê ne tenê hewel guhêstine, erkê wê berpirsayarî yek riwêştiye ku karibe pêwendiya xwe bi cîhanê re ava bike.
Di destpêka salên du hezaran de, dema ku ez li Silêmaniyê dixebitîm — Li wê bajarê ku wek: Deftera têbîniyan li ber bê vekirî mayî— min û jinekê bi navê Aşna hevdu naskir. Ew di ragiyandina rêxistinek NGO de dixebitî, ez jî di kanala KURDsat TV de dixebitîm. Ji ber ku ew jinek dilsoz û welatparêz bû hiş û ramanên me zû çûn ser hev û em pir nêzîkî hev bûn.
Rojekê wê bi rihsivikiya xwe, ez vexwandim ku kursekî wê rêxistinê. Kursê: (Medya û hişyarkirina civakî) bû, bi mawayê çil rojî bû û bi beşdariya nêzîkî pêncî rojnamevên ji Kurdistanê û Iraqê bû ku bi guftûgoyên xwe ji dil dest pê dikirin, gelek caran jî bi vexwrdina çayê re bi dawî dikirin.
Ji ber ku ez sernivîskarê rojnameyekê bûm, û di heman demê de jî amadekar û pêşkêşkerê pirogiramên televîzyonekî navdar bûm, Pozbilindiyek veşartî bi min re çêbûbû, loma ku min xwe wisa didît ku ez gihîştime astekê êdî ku pêwîstiya min bi kurs û waneyan nîne.
Lê ez li xatirê Aşnê neketim tenê waneyekê beşdar bûm bes bû ku têkiliya min bi peyvan re, bi nûçeyan re, û bi rastiya xwe re ji nû ve ava bikim… min bingeha jiyanê naskir ku merov ta dimire divê fêr bibe.
Ji waneyek, ne wek: Waneyan ez fêr û têr bûm ku çawa? Têkiliya xwe bi peyvan, nûçeyan û rastiyê re nuh bikim, li ser wê têkiliyan jî jiyana xwe bi rê bixim.
Mamosteyek bi aramî ket hundirê holê, wekî ku cîhana derve li ber derî rawestiya be, û got:
«Niha di rêya xwe de, li Kolana Salim, rastî qezayekê hatim, di navbera otomobîlek Volkswagen a Brezîlî û Opel Vectra de rûda bû. Min dît xwîn ji guhê Şofêrê Brezîliyê diherike û ew dibêje: “ Ey Xweda, Otombîla min wêran bû!”
Jina şofêrê Opelê jî birîndar ketibû û bidengê bilind û lerzokî, ji mêrê xwe re digot: Ger mirim? “Ji bo Xwedê, nezewice! …”em tev keniyan û ,bêdengî ket holê, Paşê, mamoste ji me xwest ku em wê çîroke weke ku me ji wî bihîst, jê re dubare bikin.
Mamoste li ser tabloyê xêzên rast di ser hev re kişandin û her carê ku yekî ji me ew çêrok hewaldida mamoste xêzek bi navê wî kesî dikir û kûr guhdarî lê dikir, di ber guhdanê re jî carinan xal li ser xêza wî datînan û carinan jî li binê wê. Ew ji me re ezmûnek bû ku bêyî em bizanbin.
Dengê hevalekî ji pişt min de dihat, digot: Wey bavo! Min wana dizanî ku qey îro memosteyê me dê sebra me bi çêrokan bîne? Bi derket ku şîr helalî, wanyê dide û haya me jî jê nîne!
Paşê mamoste got:
«Xalên ku li ser xêzêne, ew nîşanin ku we çend li çîrokê zêde kirî, û yên li bin jî nîşanên ku we çend ji çîrokê kêm kirî.»
Ji nav me hejdeh kes rabûn û çêrok ji mamoste re dubare kirin, yê herî baş ew bû ku tenê karî ji sed xalî heştê û neh xalan bîne.
Mamoste got: «Heke merov nikarbe çîrokek kurt ku li heman cî û demê de jê re hatibe gotin, wek wê hewal bide û veguhêze.
Çawa ku ew çîrok û gotinên ku bi sed salan li ser ziman hatine veghastin, dê bêne bawer kirin?»
Rûyê min sor bû.
Ez ji xwe bawer bûm ku min çîrok rast gotî.
Min çavên xwe li tabloyê ranekirin. Min bawer nekir ku ewqas xal li ser û binê xêza min jî bêne dîtin.
Hîngê ji min re zelal bû û ez fêr bûm ku ne her tim rastî dibe dîlê derewan, car heye rastî bi bawariya pir jî dîl dikeve
Ji wê kêliyê de, min dûrgehek xist navbera xwe û hewlan.
ta ku ez tê de bîr bibim û rastî û ne rastiyê ji hev bi der bikim. Wê kursa girîng ne tenê ji aliyê kar ve ez guhartim, na! Her wesa mirovahîya min jî ji nuh ve avakir û ez fêr kirim ku ji berî axaftinê bê dengiyekê bidim xwe! Aram bibim! û rastiya ku heye û ya ez divêm, ji hev bi derbikim.
Rastî ne bi tenê bi derewan winda dibe,
Carinan jî rastî, ji xwe baweriya xurt jî winda dibe.
Xelat
