Mam Celal endazyarê siyaset û deplomasiyeta Kurdî bû

Mam Celal endazyarê siyaset û deplomasiyeta Kurdî bû

Nivîskar: Hozan Efrînî

  

Ji serê çiyayên Kurdistanê bo hundir koşka serokkomarê Êraqê dîrokek ava kir.

Ji Sergelo û Qela Çolanê heya bajarê Bexdadê, pêngaveke hemdemî ku dîrokeke nûhdar ji bo kurdan hat saz kirin.

Di rojeke wek îro 6-4-2005`an de, li paytexta Êraqê, bi dengên piraniya encumena nûneran a Êraqê, rêber û serkirdeyê mezin ê kurd û Kurdistanê serok Mam Celal bû bi serokê Êraqê.

Ev buyer di dîroka Êraqê de, wek pêngaveke yekemîn û dugmen hate nirxandin ku serokê Êraqê bi fermi û bi riya hilbijartinên endamên parlemanê were hilbijartin û bibe bi serokê Êraqê.

Di heman demê de, buyereke dugmene ku serkirdeyekî şoreşgerî kurd ji çiyayên Kurdistanê û bi nasnameya pêşmergeyetiya pîroz û bi regeznameya Kurdistanî were bajarê Bexdadê paytexta Êraqê û li cihê Sedamê xwînmij û dîktetorê sedeyê posta serokkomarê Êraqê bidest bixe û bibe yekemîn serokê Êraqê bi regez kurd be.

Li gel wê yekê jî, serok Mam Celal wek parêzgerekî kurd ku ji zarokatiya xwe de, di nava kar û xebatên kurdeyetiyê de bû, dikarî ji bo nasandin û bifermîkirina doza kurdî di demûdezgeh û saziyên fermi ên navnetewî de, li piraniya welatên cîhanê bigere û beşdarî komcivîn û konferans û kongireyên girîng û watedar bibe û naveroka nameya derbarê bifermîkirina rastiya doza kurdî pêşkêş bike û bike bi rojeva wan civîn û kongireyên navnetewî.

Ji ber vê yekê, roja 6-4-2005`an ji bo gelê kurd tê wê wateyê ku roja bifermîkirina rastiya doza gelê kurd bû. Bifermîkirina pêngavên rasteqîne ên kar û xebatên doza kurdî û xwedîderketin li xwestekên pakrewan û tekoşerên doza rewa a gelê kurd û Kurdistanê.

Tê bîra min ku di vê roja pîroz de, birayê min ê mezin û rihmetî Mihemed Xelîl Murşid (Bavê Şiyar) ji min re telefon kir û wiha got: Tu çuyî, rindî, rihetî…

Min jî bersiv da û min got ez başim spas ji Xwedê re.. Ez bihêvî me ku hûn û mal û malbat tev baş bin…

Ji min re got; Nûçeya hilbijartina serok Mam Celal em kêfxweştir kirin û emê her serbilind û serfiraz bin bi hebûna serok Mam Celal, Mam Celal ji berê û niha jî her endezyarê siyaset û deplomasiyeta kurdî bû ye û rêbaza wî wê ji bo nifşên dahatuya kurdan wek baştirîn rêbaz di zanîngeh şû zankoyên kurdî de bê xwendin û şopandin.

Bi rastî, di dema îro de, ez wiha dibînim ku nerîna birayê min ê rihmetî gelek rast û dirust derket.

Rêbaza serok Mam Celal di roja me ya îro de, pêdiviyeke dîrokî ye û pêwîste mirovê kurd li ser lêkolîn û lêgerîn û şopandineke kûr û dûr saz bike.

Em ji bo vê roja mezin û girîng silav li giyana şad a serok Mam Celal dikin. Rêbaza serok Mam Celal ji bo me dibe bi riya nîşander a ber bi azadî û mafperwerî û bi destxistina kilîta rewabûna rasteqîne a doza kurd û Kurdistanê.

 

Xelat