Dîtinek li ser berxwedana Rojava

Dîtinek li ser berxwedana Rojava

Nivîs: Letîf Nêrweyî

 

Bi salan e, Rojavayê Kurdistanê bûye navûnîşana cîhanê û di salên bihurî de, ji ber berxwedan û mêrxasiyên xwe li dijî hêza terorîst a herî mezin, di hilberandina ezmûneke xweser û şêweyek rêveberiyê de, gelek dost û dijminên wê çêbûn, dostan gelek caran di rojên bi êş û azar de piştîvan bûn, her wisa jî neyarên wê li beramber hilkişana wê ezmûnê bêdeng nesekinîn, ji ber wê yekê di demê deh salên dawî de, gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê rûbirûyê çasr şerên bi tirs a ku hatin sepandin bû.

Yekem: Şerê ku ji hêla terorîstên DAIŞê ve li ser gelê Kurdistanê li Rojava û deverên din ên Kurdî yên Sûriyeyê hatiye sepandin.

Duyem: Şerê ku ji hêla milîs û tundrewên ser bi opozîsyona Sûriyeyê ve li dijî gelê Kurd li wî welatî hatiye ferzkirin.

Sêyem: Şerê rejîma Esed a hilweşyayî ku li dijî gelê Kurd li Sûriyeyê ku hate ferzkirin.

Çarem: Şerê ku ji hêla artêşa Ehmed Şerih û bermahiyên DAIŞê ve li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Kurdî yên li wî welêt hatiye ferzkirin. Şerê vê care jî hindek cudahî hebûye digel hersê şerên din de ku bi awayê xalên cuda emê bixin berçavan:

- Di her sê şerên berê de, HSDê wekî tekane hêza li Rojavayê Kurdistanê, bi piştgiriya hêzên navneteweyî û çend hêzên welatparêz ji beşên din ên Kurdistanê, gelê xwe parast û rêveberiyek xweser ava kir ku hemû pêkhateyên li herêmê hembêz kir, lê niha, piştî şerê dawî yê hatî ferzkirin de, bêyî piştgiriya hêzên hevpeyman û bi pişt bi xwe girêdan û piştgirêdan bi hêzên din ên siyasî yên li Kurdistanê, karwanê berxwedanê û xweragiriyê li dijî vî şerê dirêj berdewam dike.

-Cûdahiyek din jî ew e ku di şerên yekem, duyem û sêyem ên ferzkirî de, piştgîriya medyayî û cemawerê Kurdistanê ji bo Rojava ne di asta pêwîst de bû, ew tenê ji hêla çend aliyên kêm ve li Kurdistanê bi eşkereyî dihat dîtin. Lêbelê, di vî şerî de, medyaya Kurdî û gelê Kurdistanê bi giştî, li hundir û derveyî welêt, piştgiriyê didin Rojavayê Kurdistanê û yekdengî û yekdestî di romalan rengê xwe vedaye.

- Di her sê şerên din de, hozên Ereb hevxebat û hevçeperê hêzên şervanan bûn, lê di vî şerê ferzkirî de, ne tenê piraniya wan pişta xwe dan şervanên Kurd, belkû rayedarên Şamê, bi piştgiriya wan hozên Ereb, zengilê şer ji bo şerekî ferzkirî yê xeternak û karesatbar li dijî Kurdan lêda.

- Di şerên berê de, di navbera hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê ên li Rojava de nekû yekîtî tune bû, belkû hindek alî li Rojava rola opozisyona neyînî lîstin. Lê di vî şerî de, Kurdên Rojava bi îradeyek xurt û yekîtîyek neteweyî berxwedanê dikin.

- Bi heman awayî, li Başûrê Kurdistanê, hemî aliyên siyasî hevra nebûn ku piştgiriyê bidin Rojava ji hêla siyasî, cemawerî û di medyayê de. Lê belê di vî şerî de lihevkirin û îradeyek heye ku piştgiriyê bidin berxwedana Rojava ji bo kêmkirina xetereyên şerê ferzkirî. Lêbelê, hîn jî çend deng hene ku li ser rewşa li Rojava û berxwedana neteweyî xwedî nêrînên cûda ne. Piştî pêşkêşkirina hin pirsan, em ê bi kurtasî li dengên ku li ser rewşa li Sûriyeyê û şerê li dijî gelê Kurd ferzkirî xwedî nêrînên cûda ne binêrin.

- Li ser şerê sepandî, ev pirsyar derdikevin holê: Dema ku şerekî sepandî bi miletekî re rû bi rû ye, gelo derfetek an vebijarkek din heye an jî tenê vebijark berxwedan e?

-Gelo Di rewşek wusa metirsîdar de siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û zanayên olî divê çi bikin?

- Gelo mimkun e ku em aliyê xwe rexne bikin û kêmasiyên xwe eşkere bikin di demekê de ku xetera windakirina axê û qirkirina miletekî di lûtkeya xwe de ye,  an jî divê em bêyî cudahî têkoşînên cûrbecûr bidin destpêkirin da ku gelê xwe ji qirkirinê biparêzin û hewl bidin ku yekîtiyek neteweyî biafirînin?

Bi dilniyayî , divê em kêmasiyan paşguh bixin û miletekî mezin ê bindest di berxwedanek pola de biparêzin, û piştî bidawîbûna şer bi awayekî objektîf û rexnegir binirxînin û kêmasiyan ronî bikin. Ji ber vê yekê, ji bilî berxwedanê, ji Kurdan re çareyek din tune bûye. Ji ber vê yekê, gelê Kurd li Rojava, wekî ku dibêjin (Şerê Man û Nemanê) dikin û dirûşmeya "jiyanek serbilind an mirinek serbilind" hatiye bilind kirin.

- Lêbelê, hejmareke piçûk ji nivîskar û dîndar ji dûr ve, an jî ya rast ji Başûrê Kurdistanê, HSD û berxwedana li Rojava rexne dikin û dibêjin: "Çima hêzên HSDê gihîştine Heleb û hin bajar û bajarokên din ên li derveyî sînorên erdnîgarî yên Rojavayê Kurdistanê?"

Divê ew rêzdar vê rastiyê di hişê xwe de bigirin ku dema şerekî xeternak li ser miletekî tê sepandin, cîhê rexneyê pir teng e û divê hemû takên wî miletî bibin yek, dest bi xebatekî hevbeş a siyasî û cemawerî û medyayî bikin da ku li kêleka têkoşîna çekdarî li ber xwe bidin da ku xetereyên vî şerî dûr bixin, eger tiştek hebe ku were gotin, dikarin piştî ku şer biqede kêmasî û bûyerên çêbûne werin nirxandin.

-Lê ewên rexnegir kîne? Piraniya kesên ku rexne dikin ew in ku ji ber dûrbûna xwe agahdariya têr li ser erdnîgariya siyasî, dîrokî û ewlehiyê ya herêma xwe nînin û fêm nakin ku berxwedana li Rojava ne tenê ji bo armancekê ye, lê ji bo çend armancên sereke ye:

Yekemîn: Berxwedana ji bo parastina axa Rojavayê Kurdistanê ye.

Duyemîn: Berxwedana ji bo parastina gelê Kurdistanê li Rojava û bajar û bajarokên ku hejmareke mezin ji Kurdan lê dijîn û çûyîna hêzên HSDê ber bi (Heleb û bajar û bajarokên din ên Sûriyeyê ve ji bo parastina bi sed hezaran Kurdan ji qirkirinê bûye bi taybetî di serdema êrîşên terorîstên DAIŞ û jinavbirina û nehêştina metirsiyên DAIŞê).

Sêyemîn: Berxwedan ji bo mafên destûrî û neteweyî yên gelê xwe û mafên civak û kêmneteweyên din ên li welêt û avakirina hikûmetek nû ya demokratîk.

Çaremîn: Berxwedan ji bo serkeftina ramana pirreng li ser nijadperestî û tarîkxwaziyê de.

Gihîştina van armancan ne karekî hêsan e û têkoşîna wê bê kêmasî û qurbanî nabe, lê rastiyek dîrokî heye ku "NA" ya Rojava ya ji teslîmbûnê bi deh mîlyonan "ERÊ" ji bo berxwedanê bi dûv xwe de anî.

- Her çiqas şerê ku li ser takekesên gelê Kurdistanê hate ferzkirin pir dilhejîn bûn jî, lê (NA) ya Rojava îspat kir ku neteweyek mezin li pişt wan e û ew (Na) bû sedema jidayîkbûna nefretek pîroz di nav û dilê hemû welatiyên Kurdistanê û hêvana derketina xebateke hevbeş a siyasî, cemawerî , medyayî ya gelê Kurdistanê.

Ev têkoşîna hevbeş ne ​​tenê piştgiriyek mezin a exlaqî ye ji bo Rojava, lê di heman demê de bala cîhanê û saziyên navneteweyî kişand ser zilma li ser gelê Kurdistanê heye û îspat kir ku her çend Kurd dost û piştgir neben jî. Belû dikare bi yekrêzî û siyaset pişt bi xwe girêdan û tekoşîna hevbeş rûbirûyê metirsî û alingariyan bibe.

- Ji aliyekî din ve, berxwedana Rojavayê Kurdistanê bû bingeha jidayikbûna xwepêşandanek girseyî ya berfireh li hemû beşên Kurdistanê û derveyî welêt ku bi salane gelê Kurdistanê xwepêşandanên xwerist  ên berfireh û firereng bi vî awayî nedîtine û xwepêşandan li (50) welatên cîhanê tên kirin..

- Hêz û partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê demek dirêj e li ser mijarên neteweyî bi vî rengî nehatine cem hev û helwestek hevpar nîşan nedane da ku peyamek fermî belav bikin, wek nimûne (10) hizb û aliyên serekî ên başûrê Kurdistanê di peyamekê de bi wêrekî û aşkira û berpirsyarane piştgîriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşandan.

Ev yekîtî û yekrêzî û helwesta siyasî, gelêrî û medyayî ya gelê Kurdistanê û şopandina siyasetek serbixwe bû sedem ku aliyên navneteweyî yên têkildar li xemsariya xwe binêrin û xetereyên berdewamiya şer çêtir fam bikin. Ji ber vê yekê, hewldanek heye ku li kêleka şerê ferzkirî dergehek ji bo danûstandinan, agirbestê û gîhandina alîkariyan ji bo penaberan were vekirin.

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê