GURGURÎKA SERÊ SALÊ
Helbest: Lîda Gerdenzerî
Sersale,
Sersaleke kevnare—
Agirê gurgurîkê
di dilê tarîyê de dinale…
Roj û şev himberî hev,
Adar şyar bû ji xew.
Roj dixwe serê şevê
Û di nav agirê jînê,
Dişewtîn xewnerojkên derew…
Li ser çîyayên xeyala,
Şewq dan pencê rojê.
Hêvî bi jîyan dixuliqe
Rojên nû bi ronahî tên holê
Pêşeroja me gêncin
Dadidin agirê gurgurîk
Dikşin şirîtê govendan
Hol hola miletê Medyan…
21.03.2026
Xelat
