Berfa Qersê
Helbest: Xaylaza Reşîd
Dibên Qersê berf dibare
Li Serhedê hewa sare
Çûk ser darê zare-zare
Çi seqeme çi bagere.
Ev welatê bav û kala
Me ra bû ye wek xeyala
Em jê dûr man destevala
Dilûbînim ji xwe û hala.
Qersa me ye têr û tijî
Alem xwe ra tê da dijî
Ji dûrva hêsir çevêm rijî
Tu kes nîne mîna mejî.
Û em revîn em ketin riya
Xeniqîn em devê geliya
Destê me koka me qetiya
Xwîn herikî tev belekiya.
10.12.2025

Wêne, zivistana Qersê
Xelat
