Grupa Hawar a Kerkûkê li Misrê xelat wergirt

Grupa şanoyê ya (Hawar) a Kerkûkê ku nûnertiya Kurdistanê û Êraqê kiriye, karî xelata baştirîn nimayîşa şanoyê di 9.mîn festîvala navnetewî ya şanoyê li Şerm El-Şêx li welatê Misrê bi dest bixîne bi nimayîşkirina monodramaya (Selme).
Monodramaya (Selme) ji nivîsîna Dr. Dilşad Mistefa û sînografiya û derhênana Nejad Necim e, her weha her yek li hunermend (Hawar Faris) û hunermenda keç a Frensî (Oxîlî Embîrt) bi zimanên Kurdî û Ingilîzî rol têde lîstine.
XELAT/ Kurdistanî Nwê