Pirtûkxaneya Jinan a gerok li ser Gola Wanê

Pirtûkxaneya Jinan a gerok li ser Gola Wanê

"Pirtûkxaneya Jinan" a ku li ser Gola Wanê ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye avakirin, mêvanên xwe yên yekem pêşwazî kir.

Lîstikvanên Tîma Futbolê Jinan a Ciwanî û Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin serdana pirtûkxaneyê kirin û beşdarî gera keştiyê bûn.

Di çalakiyê de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve xwarin hat dayîn, pakêtên paqijiyê ji futbolîstan re hatin diyarîkirin. Gera ku sporvanên jin demeke xweş derbas kirin, nîşan da ku pirtûkxaneya li ser avê dê wek qadeke çand û perwerdehiyê ji bo jinan xizmeta xwe bidomîne.

XELAT