Firat Cewerî nameyek ya ronakbîr Dr. Kemal Fuad aşkira dike

Firat Cewerî nameyek ya ronakbîr Dr. Kemal Fuad aşkira dike

Romannivîs û Nivîskarê navdarê kurd Firat Cewerî nameyeke ronakbîr Dr. Kemal Fuad ji arşîva xwe derdixe ku taybet jêre bi kurdiya latînî nivîsiye, Cewerî weha dibêje:

"Min îro di arşîva xwe de ev nameya Dr. Kemal Fuad dît. Name di sala 1984an de hatiye şandin.

Dr. Kemal Fuad kî ye?

Dr. Kemal Fuad siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd e ku di sala 1932an de li  Silêmaniyê hatibû dinyayê. Ew yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû. Di salên 1950an de, ji bo perwerdeyê çûbû Almanyayê û li Zanîngeha Humboldtê xwendibû. Di sala 1970an de doktoraya xwe di şaxê felsefeyê de kiribû. Di sala 1956an de Komeleya Xwendekarên Kurd damezirandibû.

Di salên 1970an de vegeriyabû Kurdistanê û li Zanîngeha Silêmaniyê xebitîbû. Dû re vegeriyabû Berlînê da ku xebata xwe ya akademîk û siyasî bidomîne. Piştî sala 1991ê, ew vegeriyabû Herêma Kurdistanê û wek serokê koma PUKê li parlamentoyê xebitîbû. Wî gelek berhem li ser dîrok, ziman û siyaseta kurd nivîsandine.

Di sala 2014an de hezkirên xwe di nav xemgîniyê de hişt û koça dawî kir."

Xelat