Firat Cewerî bersiva 14 pirsên Psychology dide
Nivîskar û Romanivîsê navdar ê Kurd Firat Cewerî bi kêfxweşî bersiva 14 pirsên kovara `Psychology` dide û li ser rûpela xwe ya torên civakî facebookê belav dike, Firat Cewerî weha nivîsiye:
Kovara hêja `Psychology Kurdî` ku ev hejmara xwe ya taybet li ser stresê ava kiriye, bi 14 pirsên (Proust) ez kirime mêvanê vê hejmarê. Spas ji bo keda wan û bi hêviya berdewamiya kovarê.
1-Tu çend salî yî û tu xwe çend salî hîs dikî niha?
Bersiv: Bawer dikim bi ser şêstî ketime. Lê ne wek şêstî, xwe wek çilî his dikim.
2-Tiştê ku te di zarokatiya xwe de ji bîr nekiriye çi ye?
Bersiv: Çemê Nisêbînê, Pira Alaman, Sûka qaçaxçiyan, Baxçê Nafido, Dikana Hilo...
3-Te dixwest ku aniha tu li kîjan welatî/ bajarî bûya û çi bikira?
Bersiv: Min dixwest ez niha li Romayê bûma, li navenda bajêr li otêleke dîrokî bi cih bûbûma, dûrî mijûliyên rojane tenê di cîhana romana xwe ya nû de biliviyama.
4-Kîjan bîranîna te gelekî kêfa te tîne?
Bersiv: Gava di sala 1980yî de li Swêdê kitêba min ya pêşî bi navê Êrîş dikin derket, Cegerxwîn ez hemêz kirim, eniya min maçî kir û ez dam ber pêla pesnan.
5-Heger te ev kar nekira, te dixwest tu çi karî bikî?
Bersiv: Heger min ev kar nekira bawer dikim ez ê derbasî cîhana sînemayê bûbûma.
6-Heger bilêta te ya piyangoyê lêxistibûya û gelek pere ji te re derketina te yê çi bikira?
Bersiv: Di dema NÛDEMê de min dixwest ez bingehê xelateke edebî deynim, lê nebû. Min ê bixwesta ez wê xeyalê bi cih bînim, bi jûriyeke bêalî salê nivîskarekê/nivîskarekî bi 5000 dolar xelat bikim û bi xwe jî li dinyayê bigerim.
7-Te dixwest ku tu kê nas bikî?
Bersiv: Ehmedê Xanî û Mîr Celadet Ali Bedir-Xan.
8-Tu gelekî ji çi ditirsî?
Bersiv: Ji şer, şewat û erdhejan.
9-Tu ji kîjan peyvê gelekî hez dikî?
Bersiv: Ez ji te hez dikim.
10-Tu ji kîjan peyvê qet hez nakî?
Bersiv: Em binerin, belkî.
11-Slogana ku kêfa te jê re tê çi ye?
Bersiv: Jin, jiyan, azadî.
12-Lehengê te kî ye?
Bersiv: Mîr Celadet Ali Bedir-Xan.
13-Rewşa te ya niha ya derûnî çawa ye?
Bersiv: Ez di rewşa derûnî ya lehengên xwe de dilivim, carina xwe ji bîr dikim, lê gava bi xwe dihesim xwe baş his dikim.
14-Tu dixwazî çawa bimirî?
Bersiv: Di pêvajoya mirinê de êşê nekişînim, ji ên nêzîkî xwe re nebim bar, têkevim xeweke kûr û qet şiyar nebim.
XELAT
