38 sal biser kîmyabarankirina Helebçe re derbas dibin

 38 sal biser kîmyabarankirina Helebçe re derbas dibin

Helebçe birîna ku nayê kewandin

Di 16’ê Adara 1988’an de bajarê Helebce rastî sûcê herî hovane yê li dijî mirovahiyê hat, di encama vê sûcê de 5 hezar mirovên bêguneh ku di nav wan de jin, pîr û kal û zarok jî hebûn bi çekên kîmyawî hatin bombekirin.

Kîmyabarankirina bajarê Helebçe çend xulekan berî demjimêr 11e pêş nîvroya roja 16ê adara 1988`an dest pê kir, ku xelkê bajêr bi wê mirinê matmayî man, û xewnên wan windabûn, dema ku çar firokeyên şer jehra mirinê biser bajêr de baran din ku bi bêhna sêvan pêçayî belav kirin, balafiran bi fermana Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Êraqê Sedam Husên û bi cîbicîkirineke rasterast ji aliyê Elî Kîmyawî bajar kîmya baran kirin bi gaza jehrî ya Xerdel û Siyanîd û kareseta herî hovane li dijî mirovatiyê pêk hat.

Piştî demeke kin bajar tijî laşê şehîdan bibûn ku li ser erdê ketibûn, çi likar bûn û çi zarokên xwe hembûz kiribûn, çi zarok dilîstin û jinan nan dikir û yan rûniştibûn, di çend deqeyan de bi hezaran kesên sivîl şehîd ketin, dîmenê bajêr wêran bû.

Helebçe birîna gelê Kurdistanê li her parçeyên Kurdistanê ye ku di roja 16 adarê de bi awayekî trajedîk bibîrtîne û bûye nasnameya netewî ya êşa gelê kurd.

Helebçe di dîroka Kurdistanê de

Helebçe vedigere serdema Lulubis di sala 2000 berî zayînê de, di sala 641 de artêşa îslamî bajarokê ji destê Împeratoriya Sasaniyan rizgar kir û bû beşek ji Împeratoriya Misilmanan.

Di sala 1700 de, eşîra Sêzdeh mal, Helebçe ji nû ve ava kirin, paşê Cihû hatin bajêr û taxek Cihûyan ava kirin. Di serdema Mihemed Paşa Caf de çend mîrên Cafê hatin û li taxa Paşa Reşmal çend xanî ava kirin. Dûv re, mirovên din hatin û eşîrên Cafan derxistin û ew bêtir avadanbû û pêşket.

Berî ku bibe navçe, şaxekî navçeya Gulanbar (Xurmal) bûye. Di sala 1889an de bû navçe û Osman Paşa Caf bû yekem parêzgarê Helebçeyê. Jina wî Adîla Xanim jî bû hakimê Helebçeyê.

Li gor amarên Brîtanîyayê, nifûsa wî bajarî di sala 1920 de 6509 kes bû û îdareya Pêncwên, Xurmal, Warmawa û Derbendîxanê dikir.

Helebçe cihê jidayikbûna gelek helbestvanên Kurd ên mezin ên wekî Ehmed Muxtar Caf, Mewlewî , Abdullah Goran, Tahir Bag Caf, Qani` û hwd.

- Dibistana yekem sala 1919`an tê de hate avakirin

- Yekem otomobîl di sala 1924 de li bajarokê xuya bû, û paşê di heman salê de telegraf hate danîn.

- Yekem nexweşxane di sala 1929an de hatiye avakirin, dûv re jî di heman salê de av tê dabînkirin.

- Di sala 1933an de yekem dibistana keçan hat vekirin.

- Di sala 1936'an de yekem jenerator hatiye bikaranîn.

- Di sala 1939'an de yekem şanogerî ji aliyê lîstikvanên navdar Ehmed Cutyar û Salih Mela Ehmed ve tê lîstin.

- Di sala 1945an de yekem dibistana navîn hat avakirin û parka giştî di heman salê de hat vekirin.

Di salên 1930-an de li bajarokê Helebçe sê tax hebûn bi nave ( Paşa, Pîr Mihemed û Sara) ku bi giştî nêzî 500 xanî pêk dihatin.

Di sala 1952’an de gelê Helebçe bi pêşengiya Ehmedê Hacî Rehîmê navdar li dijî desthilatdariyê serhildanek da destpêkirin.

Hikûmeta Êraqê di 26ê Nîsana 1974an de bajarok bombebaran kir û di encamê de 100 kes hatin kuştin.

Rûber û hêjmara nifûsa Helebçe:

 Rûbera wê 1599 kîlometre çargoşe ye û dema ku girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bû, %39.9 ji rûbera giştî ya parêzgehê pêk dihat.

Heta êrîşa kîmyayî, hêjmara nifûsa wê zêdetirî 70,000 bû, li gorî amarên 2013, nifûsa 186 hezar kese.

Xelat