Festîvala Navnetewî ya Gelawêj bidawî hat

Roja şemiyê 7/12/2024 li bajarê Silêmaniyê bi dabeşkirina xelatên festîvalê 27.mîn festîvala navnetewî ya Gelawêj bi serkeftî bidawî hat ku sê rojan domand
Gotara dawî ji aliyê seroka navenda ronakbîrî ya Gelawêj Dr. Îbtîsam Îsmaîl ve hate xwendin û têde ragihand ku di festîvalê de 157 babet û helbest û lêkolîn û çîrok beşdarî kirine û lîjneya nirxandinê ên yekem û duyem û sêyem hilbijartine.
Her weha xelata zêrîn a Gelawêj pêşkêş bi helbestvanê Kurd (Cemal Xembar) hate kirin û xelata zêrîn a Kurdistanê jî pêşkêşî nivîskarê Ereb (Wasînî E`rec) hate kirin. Piştre jî xelatên yekemên helbestê û çîrokê û lêkolînê pêşkêşî yekeman hate kirin û rêzlênan li rojnameya Kurdistanî Nwê û Dezgeha Medyayî Kurdsat û kenala Gelî Kurdistan û telara Hunerê hate kirin.
XELAT