Encumena Penaberên Rojava Dr. Bîlal xelat kir
Ji ber helwesta dostanî û berevaniya li doza kurdî û penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê, Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, çalakvan û kurdnasê Urdinî (Dr. Bîlal Qeraan Xazî) li bajarê Silêmaniyê xelat kir.
Ji aliyê Xwe ve jî, Dr. Bîlal spasiya Encumenê û tevahiya kurdên Rojavayê Kuridstanê kir ku bi rêzdarî temaşeyî kar û xebatên wî dikin û ew jî wê dirêjpêder be di helwêsta xwe ya derbarê berevanîkirina li doza kurdî li her derekê be û wê xwedî roleke aktîv be.
Ji aliyê xwe ve Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriyê (Hozan Efrînî) jî armanca wê rêzgirtinê zelal kir û pîrozbahî li Dr. Bîlal kir ku kesayetiyên wiha xizmetî doza kurdî bikin, wê her dem cihê rêz û pêzanînê bin.
Di dawiyê d, ji aliyê berpirsa komîteya bilind a nûnerên Encumenê (Roşîn Serêkaniyê) ve, xelata spasnameyê ji Dr. Bîlal re hate pêşkêş kirin.
Hêjayî gotinê ye ku çalakvan (Silêman Yûsif, Ferhan Hesekê, Mihemed Mîrza nûnerê penaberên mektomî Elqeyd, Îbrahîm Kurdî û Hisên Sîdo û rojnamevan Şiwane di merasîmê de amade bibûn.



Xelat-Taybet
