Helebçe li Qamişloyê şehîd bû
Nivîskar û helbestvanê naskirî yê kurd Taha Xelîl derbarê roja ku tê de keçka xwe şehîd Helebçe bi kiryarekî terorîstî şehîdbibû wiha li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsiye: “
Ev ji mere ma.. Û wê bimîne
Berî 12 salan Helepça min cangorî bû… weke îro.”
Em jî, wek stafa Xelatê, ji nivîskarê mezin ê kurd mamoste Taha Xelîl re dibêjin, keçka te şehîd Helebçe nemire û wê her wiha bimîne û pakrewan namirin.
Hêjayî gotinê ku Helebçeya şehîd keçka nivîskar Taha Xelîl derçûya peymangeha kargêrî û bazirganiyê li Şamê di sala 2011`an de. Her weha di roja 11-3-2014`an de, di êrişeke terorîstî li ser şaredariya Qamişloyê de, li gel çend karmendên din Helebçe Taha Xelîl tevlî karwana pakrewanên kurd û Kurdistanê bû.
Xelat
