CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Nivîskar û Zimanzan: Bahadîn Robar

Zimanê kurdî zimanê li ser rûyê cîhanê tê axaftin ê herî kevnar e. Herwisa zimanê kurdî kakilê malbata çand û zimanên Arî (Aryen) ye. Lewre bihezaran sal in zimanê kurdî li ser erdnîgariya Kurdistanê ji hêla bi dehan dewlet, û şaristaniyên kurd û bi milyonan kurdan ve tê axaftin û parastin û pêşvebirin. Ji berî şaristaniya Gûtîyan, ji serdema hûrîyên weke proto kurd (kurdên pêşî) tên nasîn yanî kurdên di serdema neolîtîkê de piştre şaristaniyên weke Gûtî, Kasît, Mîtanî, Hûrî, Naîrî û Medan û ji Medan heta roja îro jî zimanê kurdî bênavber jîyaye û li dijî hemû dagirkerî, bişaftin, qedexe û tunehesibandina serdestan li ber xwe daye û kariye heta roja bê. Gelek împaratorîyên weke Asûr, Pers û Osmanîyan bi hemû hêza xwe hewl dane zimanê kurdî bibşêvin û ji holê rakin lê nekarîne tune bikin. Ligel ev qas zext û zordarîyan jî kurdî di nava zimanên cîhanê yên herî dewlemend de di rêza 8. de ye û  di nava zimanên herî bibandor de jî di rêza 29. de cih digire.

Ji Baba Tahirê Hemedanî bigire heta Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, ji Erebê Şemo bigire heta Mehmed Uzun bi sedan wêjekar û nivîskarên kurd bi vî zimanê şirîn berhem nivîsîne û gihandine roja me. Her wiha kurdan gelek alfabeyên cuda bikar anîne. Heta ez dikarim vê bêjim ku li gorî dîrokzanê kurd Cemşîd Bender nivîsa bizmarî (mixî) ango alfabeya bizmarî ji hêla gûtiyan/kurdan ve hatiye vedîtin. Nivîskarê pirtûka "Uygarlığın Doğuşunda Kültür ve Kürtler" Di berhema xwe ya navborî de dibêje; Sumeran çand û hunera hûrîyan girtine û dibêje, di esasê xwe de sumerî Gûtî ne. Ev jî angaşta Cemşîd Bender piştrast dike. Belê em vegerin ser mijara xwe.

Di vê pêvajoya dûr û dirêj de yanî ji derketina nivîsa bizmarî heta îro kurdan ev 10 alfabeyên cuda yên li jêr bikar anîne.

1- Alfabeya Mixî (3000-500 bz.)

2- Alfabeya Avestayî (1000-400 bz)

3- Alfabeya Aramî (250 bz.- 200 pz.)

4- Alfabeya Pehlewî (500 bz. - - -)

5- Alfb.Masî Soratî (240 bz.850 pz.)

6- Alfabeya Sîr-xetên êzîdî (500 bz.------)

7- Alfabeya Erebî (500 pz. heta niha)

8- Alfabeya Kîrîlî (1800 pz. heta niha)

9- Alfabeya Latînî (1929 pz. heta niha)

10 - Alfabeya Ermenkî (pz. Sedsala 5.)

Ji vê lîsteya dirêj jî xuya dike ku kurd ji destpêka vedîtina nivîsê ve heta îro ji bo pêşvebirin û parastina zimanê xwe di nava liv û tevgerê de ne û di her serdemê de alfebeya herî nêzî zimanê kurdî bijarte an jî wan bi xwe alfabe çêkirine.

Ez naxwazim zêdetir bikevim kûrahî û dirêjahîya dîroka kurd û zimanê kurdî. Ji ber ku mijara ne dîroka zimanê kurdî û Kurdistanê ye. Lewre ez ê hewl bidim hinekî pêvajoya kovara Hawarê û sedema ragihandina cejna zimanê kurdî rave bikim.

Weke me li jor jî diyar kir, kurd ji bo pêşvebirin û parastina zimanê xwe bê rawestan di nava hewldanan de bûn. Di her serdemê de kurdan jî kêm zêde rol û erka anîne cih. Herî dawî bi pêşketina teknîk û teknolojîyê re yanî di destpêka sedsala 20. û pêde li cîhanê gelek geşadan çêbûn. Du şerên cîhanê yên mezin çêbûn û gelek dewletên nû hatin damezirandin. Kurdan jî hem siyasî û hem jî di hêla çand û ziman de gelek pêngavên mezin avêtin. Ji berî Mîr Celadet 3-4 salan  Kurdên li Kafkasyayê di nav sînorên Yekîtîya Sovyetê de dijîn piştî Şoreşa Cotmehê dest bi xebatên alfabeyeke nû kirin. Îshak Maragûlov bi alîkariya nivîskarê romana yekem ya kurdî Erebê Şemo di navbera salên 1928 û 1929'an de li Ermenîstanê alfabeyeke nû nivîsî. Erebê Şemo romana xwe "Şivanê Kurd" jî bi vê alfabeyê nivîsî. Herwiha nivîsên rojnameya Riya Teze bi tîpên vê alfabeyê hatine weşandin. Ev alfabeya latînî ji 8 dengdêran û 31 dengdaran pêk dihat. Bes zêde bibandor nebû û di nava sînorên Sovyetê de ma û piştre hat rawestandin.

Piştî têkçûna Serhildana Agirîyê Celadet Alî Bedirxan biryar da ku di hêla çand û zimên de kurdan hişyar bike. Lewre ew kete nava lêgerîn û lêkolînan û li ser alfabeyeke latînî û rêzimana kurdî gelek lêkolîn kir. Di encama van hewldan û xebatên xwe de ev alfabeya latînî ya ku îro piraniya kurdan bikar tîne amade kir. Bi vê xebat û armancê ve girêdayî ligel kurdologê hêja Roger Lescot pirtûka rêzimana kurdî jî nivîsî. Celadet Alî Bedirxan di heman demê de ji bo kovareke kurdî jî di nava xebatan de bû û di 15'ê gulana sala 1932'yan de hejmara yekem ya Kovara Hawarê bi tîpên vê alfabeya (latînî) wî amade kirî weşand. Kovara Hawarê hat weşandin, bes li sirgûnê yanî ne li Kurdistanê, li Şamê hat weşandin. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û giregirên kurdan ên weke Seydayê Cegerxwîn, Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj, Qedrî Can û gelek kesên din li dorana vê kovarê gihîştin hev û cur bi cur gotar, şîrove, tefsîra Quranê, helbest û bi gelek mijarên cuda cuda ên girîng nivîsê di vê kovarê (Hawar) de nivîsîn. Di hejmara yekem ya Hawarê de wiha dihat gotin; "Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin".

Kovara Hawarê ji 15 gulana 1932'yan heta 1943'yan 57 hejmar weşand. Weke me li jor jî gotî, vê kovarê kedek mezin ji bo çand, ziman û wêjeya kurdî da û di dîroka Kurdistanê de cihek girîng girt. Lewre tîpên latînî çêtir nêzî qirika kurdan bû, Hawarê şoreşa nivîsê pêk anî û ji alfabeya erebî derbasî alfabeya latînî bû. Hawarê hem ji bo xwend û nivîsandina kurdî pêş bikeve rol û mîsyona dibistanê girt ser xwe, hem jî li ser çand, ziman, dîrok, kevneşopî û kelepora kurdî weke zanîngehekê lêkolînên hêja kir û gihand ber destê xwînerên xwe. Ez dikarim bêjim kovara Hawarê weke saziya perwerdehî û hîndekarîya kurdî ya serdema xwe bû. Piştî Hawarê êdî piranî kovar û rojnameyên kurdî bi alfabeya latînî dihatin nivîsandin û weşandin.

Ji boneya girîngiya kovara Hawarê ku di dîroka Kurdistanê de kovara yekem e û kovara yekem bi alfabeya latînî hatiye nivîsandin e, erk û mîsyona vê kovarê li ser xwe girtî ji hêla  kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û ji hêla hemû kurdên cîhanê ve nirxek bilind jê re hat/tê nîşandan. Lewre di gulana sala 2006'an de KNK'ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) di civîna xwe de (civîn di 14'ê gulanê de bû) 14'ê gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî ragihand. Piştre TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî) ya Bakurê Kurdistanê di civîna xwe ya giştî ku li Amedê pêk anî de diyar kir ku 14'ê gulanê ji bo cejna zimanê kurdî rojek bêbingeh û bêwate ye, lewre divê cejna zimanê kurdî xwe bispêre sedemekê. Li ser vî esasî TZPKurdî biryar girt ku roja derketina kovara Hawarê yanî 15'ê gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî bê pîrozkirin. Piştî TZPKurdî ev biryar girt û xist merîyetê, KNK'ê ragihand ku sê roj yanî 14, 15 û 16'ê gulanê dê weke cejna zimanê kurdî bê pîrozkirin. Her çi qas cejna zimanê kurdî weke 3 rojan hatibe ragihand jî ji ber ku 15'ê gulanê roja derketina (weşandin) kovara Hawarê ye zêdetir cihê xwe girt. Lewre ji sala 2006'an ve li her çar parçeyên Kurdistanê 15 gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di vê rojê de gelek çalakiyên cur bi cur ên mîna mîhrîcan, mîtîng, meş, panêl, semîner, daxuyanîyên çapemeniyê, dîwanên dengbêjan bernameyên televîzyon û radyoyan tên lidarxistin, weşan û reklamên rojname û kovaran bi zimanê kurdî tên xemilandin.

Cejna Zimanê Kurdî kurdî li dayîkên kurd, li mamoste û pakrewanê zimanê kurdî Ferhad Kemanger û li hemû zimanhez û kedkarên zimanê kurdî û li gelê Kurd pîroz be..

 

XELAT