Ebdulsemedê Babekî û Helbesta Buharê
Nivîs: Merwan Berekat
Ebidulsemedê Babekî helbestvanekî Kurd e, lê mixabin di nav Kurdan de ewqas nayê naskirin. Di hin jêderên erbî de bi navê ``Ibnu Babik - Kurê Babik`` tê naskirin. Navê wî wek helbestvan di bêhtirî
jêdereke dîrokî de hatiye, lê jiyan û helbestên wî baş nehatine lêkolînkirin.
Ebdilsemedê Babekî ``di sala 362 yê koçî hevberî 972-973 zayînê de ji dayîk bûye û di sala 410ê koçî 1019 -1020 zayînê de çûye ber dilovaniya Xweda``.Mile Enwerê mayî dibêje: ``Di sala 1932an de, li gundê Şêlanê gelek hozanên (helbestên) Melayê Cizîrî, Remezanê Cizîrî, Mîr Amadînî, Feqê Teyran û Şah Pertoyê Hekarî di keşkolê (tûrikê) feqe Mihemedê Dirêj de bûn. Digel hin helbestên Ebdulsemedê Babekî``.
Sadiq Behadîn dibêje: ``Van roja Xweda jê raziyekî yê ku binyatkurd li roja 26. 01. 1961ê keşkolekê hozanan ên ji hozanên Farisî û Kurdî têkel bi nivîsîna kevin dav min de ez xwe pê ji bîr vekim. Dema ku min ew keşkol vekir, min dît çend hozanên vî hozanvanê Kurd (Ebdulsemedê Babekî) tê de nivîsîne. Hindek kêm, min di nav wan hozanan de (6) hozanên Ebdulsemedê Babekî dîtin``.
Li gor Mile Enwerê Mayî diyar dike, Ebdulsemedê Babekî di helbesta kurdî de şehreza û pisporê dema xwe bûye. Helbestên wî kilasîk ango terezûkirî ne. Di helbesteke xwe de pesna buharê weha dide:
Dilo şad be! Xweş dem hat bihar e
Reşemeh çû terazin bûn diyar e
Nihal der bûn, xişa hat av û cûbar
Befir kerker bibû kevtî nizar e
Kulîlk û gul bi ken derçûn ji kajan
Sivik hat nêrgiza mest kofîxwar e
Belalîz liwêleper çend kepbilind
Di şahenişînê da wek Xusrew bi kar e
Binevş û gulşelîl û sunbulên ter
Di lat û berbena bestin ciwar e
Heliz qewşen veda wek koçerê boş
Silav kir çevr û kerkûl û sinar e
Bi ken bû gelgeloka filîbaz e
Zinar û sorî ji xwe ra kire sitar e
Li ser tayê kevotê bû yê mest e
Kevok û xendelîs bade vexwar e
Ji hemyan bilbilê dîn dilbixwîn e
Gula min kanê? Sed car li min hewar e
Li min xweş têta dengê berx û kara
Li êvara dema dibit karekar e
Were pêş bêriya sikwêre di dest da
Dihejînin parziwîna li ber û war e
Bi sema çûn distirin ev şox û şeng
Humîn û zimzima kevtî guhar e
Bimêze, van çiya tev xemlîne
Bi hezar renga xuya nevş û nîgar e
Li Kurdistan binêre ey Perîxan!
Li ser dil dê biçit jeng û temar e
Li min xweş hat nesîmê vê sibê zûyî
Hijandî şengebî, leyzî çinar e
Hero Newroz e ey dil sed tebarek!
Were geştê, sema ye li çarnikar e.
******
1 - Jêder: Sadiq Behadîn, Hozanvanêt Kurd. Ev pirtûk bi devoka Kurmancî û tîpên erebî hatiye nivîsandin, di sala 1980î de, li çapxaneya Koyî Zanyarî, Îraq, Bexdadê çap bûye. Di vê pirtûkê de lêkolîn li ser jiyana 19 helbestvanên Kurd ên kevn hatiye kirin.
Xelat
