Nivîsîn: Zeynelabidin Zinar
Îşeva bihurî di derengiya şevê de (18/ 08/ 2023. 01:35), min nivîsek bi sernavê ”YEKÎ DIGOT: Navê AMEDê ermenkî ye! YEKÎ JÎ DIGOT: Navê AMEDê Asûrkî ye!” weşandiye.
Gelek biraderên me şirove nivîsîne. Biraderekî jî xwestiye ku ez serpêhatiya navê rastîn ê Diyarbekirê binivîsim.
Ez
bi nasnameya xwe, suxrevanê Ziman û Çanda Kurdî me.
Lê gelek car ez di lêkolînên xwe de li belge û berhemên dîrokî jî rast têm, tenê ez wan arşîv dikim û naweşînim.
Navê Diyarbekirê yê rastîn, AMED e.
Ev nav ji Împeretoriya MED/MADê hatiye wergirtin.
Li xwezaya Kurdan çend navên dî jî yên wisa hene: AMÛD, AMÊDÎ, MIDYAD û MÎDÎ (gundek li Hekariyayê). Navê MIDYADê ji MAD û YADê hatiye, ango diyariya MEDan.
Li AMEDê ew mizgefta mezin ku niha bi navê OLI CAMÎ navdar e, pêşî wek perestingeha Zerdet Pêxemberî avabûye. Piştre dema Îsa Pêxember hatiye, Kurdan ew perestingeh kirine Dêr.
Dema Kurd bisilman bûne û leşkerên Ereban herêm vegirtine, ew Dêra Amedê bûye jî mizgeft. Û navê AMEDê jî kirine DIYARÎ BEKIR.
Lê ew mizgeft ji bo her çar mezhebên Sune jî cihên cuda tê de hene: Şafiî, Henefî, Malikî, Hembelî.
Berî Skenderê Makedonî, demekê Asûr beşeke mezin axa Kurdan vegirtine.
Lê şeş eşîrên Kurd hevkarî kirine û dewletek bi navê MED/MAD avakirine û axa xwe ji binê desthelatiya Asûr rizgar kirine.
Li Rojhilata Navîn, Kurd bûne xwedanê şaristaniyeke nûjen û di warê mafê mirovan de jî gelek destdayî bûne. Ji ber hindê gelek miletên ji nijada ARÎ çûne ba Kurdan û jiyana xwe berdewam kirine. Yek ji wan jî ERMEN bûne.
Faris jî, wek Pers/parsek ji Hindistanê hatine welatê Kurdan.
Jixwe Azerî jî Arî ne û ji nijada Kurd in, lê zimanê xwe guhertine.
Niha nîvdewleteke Kurdan li Başûrê Kurdistanê heye, di parlemana wê de nûnerên Ermen, Fileh û Turkman jî hene.
Dema Ermend ji Ewrûpayê hatine, Viştaspê qiralê MEDan çiyayên Bakûrê welatê xwe wek kozeçêr dane wan.
Lê ji ber ku Ermen pîşesazî di destên wan de hebûye, li piraniya gund û bajarên Kurdan belav bûne û karê xwediyê gundan kirine. Asûrî/suryanî jî eynî wisan li gundên Kurdistanê digeriyan û amanên Kurdan qela dikirin.
Niha piraniya kesên ku xwe wek Asûrî/Suryanî dihesibînin, ji nijada Kurd in. Lê ji ber ku ew bisilman nebûne, nijada xwe jî guhertine.
Filehên li herêma Botan û li bakûrê Başûrê Kurdistanê jî, Kurd in.
Gelek nijadên din jî bi navê TAT (koçer/macir) ji Ewrûpayê hatine nava Kurdan û bi cih bûne.
Piştî hevkariya Mewlana Îdrîs Bedlîsî û Selîmê li Amasyayê (1514), Împeretoriya Osmanî bi desteka Kurdan berfireh bûye.
Pîştî rûxandina Împeretoriyê û derketina Komara Tirkiyê, Mitefa Kemalê Makedonê navê ”Dirayi Bekir” kiriye DIYARBAKIR.
Hêja ye ev jî bê gotin:
Li Kurdistanê kavilekî Dêr û sinagogekê li kurê bê dîtin, yekser dibêjin ”ev ya Ermen, an ya Asûr û ya Cihuyan e.” Lê jibîr dikin ku Neteweyê Kurd demeke dirêj Dînê Mûsa Pêxemberî pejirandiye, 600 sal li ser Ola Îsa Pêxemberî maye. Eger meriv dînekî bipejirîne, bê avakirina perestingehan çênabe. Gele zana û lêkolîner di vî warî de dikevin çewtiyan.
Ev jî divê bête gotin ku Mûsa berî ku bibe pêxember, bi keçeke Kurd re zewiciye. Jixwe Îsa jî, kurdnijad e û navê wî jî bi kurdî ye.
Niha Ermen û Suryanî, li ser nexşeyê bi hev nakin. Ermend nexşeya xwe gehandine Mêrdînê, Suryanî jî nexşeya xwe gehandine Amedê. Lê ji bo goristanekê be jî, çar bihost ax ji Kurdan re nehiştine.
Di biryardana qetlîama Ermenan de, dengê 13 parlemanan, ên Ermenan bûye, di wê biryarê de yekî tenê jî Kurd nebû. Ewçax Ermen ”Milleti Sadiqane” hatibûne binavkirin.
Ermenê ku ji kuştinê rizgar bûne jî, tev bi alîkariya Kurdan çêbûye. Jixwe Fetwaya Mele Seîdê Kurdî û ya Seyid Ebdulqadir Nehrî li dijê kuştina Ermenan, di mêjûya Ermenan de jî cih girtine.
Li aliyekî parlemana Tirkiyê biryar werdigire û dibêje HER KES TURK TIR û li aliyê din Parlemana Ermensitanê biryar werdigire û dibêje ÊZÎDÎ NE KURD in. Bi guhertina navan û bi wertirtina biryaran, çênabe.
Eger mirov li rastiyê bisêwirin, ev dinya, ev ax têra her kesî heye; ev roj, ev hewa, ev av, ev heyînên xwezayî besê her kesî ye.
Xwedayê mezi n ya bi xêr bike.
18/ 08/ 2023.
Sekoya Kurmancî