Dr. Mihemed Sabir wek serokê rûmetê yê Komeleya Şêwra Mezin a Çînê hat hilbijartin
Komeleya Şêwra Mezin a Çînê, Serokê Saziya Serok Celal Talebanî balyoz Dr. Mihemed Sabir, ji bo xola sala duyemîn (2026-2027) wek Serokê Rûmetê yê Komeleya Şêwra Mezin a Çînê hat destnîşan kirin.
Komeleya Şêwra Mezin a Çînê nameyek ji Serokê Saziya Serok Celal Talebanî re şandiye û têde dibêje:"Ji bo nasandina hewildan û beşdariya we ya berbiçav di pêşvebirina dostaniyê û hevkariya di navbera Çînê û Herêma Kurdistana Êraqê de, hûn hatine vexwendin ku ji bo wergirtina erkê serokê rumetê yê xola sala duyemîn (2026-2027) bigirin ser xwe."
Komeleyê ji Balyoz Dr. Mihemed Sabir re dibêje: "Em rênmayî û şîretên we ji bo çalakiyên pêşerojê yên Komeleya Şêwra Mezin a Çînê bilind dinirxînin."
Ji aliyê xwe ve Balyoz Dr. Mihemed Sabir li ser destnîşankirina wî wek Serokê Rumetê ya Komeleyê, nameyek spasiyê ji Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û Balyozê Komara Gel a Çînê li Êraqê re şand.


Xelat
